PKK e mîna şirketeke ewlekariyê kar dike

PKK e mîna şirketeke ewlekariyê kar dike

Alî ‘Ewnî endamê serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê ragihand di niha de PKK e weke şirketeke ewlekariyê tev digere, tu dikarî hinek pereyan bi PKK ê bidî û çend çekdaran ji wan kirê bikî û bi vî awa bi wan çekdaran gefan li vî kesî û kesê han bikî.

Piştî ku di dema rabûrî de çendîn caran PKK ê gef li berjewendiyên Herêma Kurdistanê û şerkirin li dijî pêşmergeyên Kurdistanê re kir û her wiha çendîn caran boriya nefta Herêma Kurdistanê di nava axa Bakurê Kurdistanê de teqandî, Alî ‘Ewnî ragihand ku PKK e bûye şîrketeke ewlekariyê.

Alî ‘Ewnî ku bi kesek tundajû di warê pirsên netewî de tê naskirin û di niha de weke perpirsê liqa 8 ya Partiya Demokrata Kurdistanê li Zaxo yê kar dike got, PKK e rola şirketên ewlekariyê dibîne, kê pêwîstî pê hebe dikare bi pere hinek çekdaran lê wergire û paşan bi wan çekdaran gefan li xelkê bike.

Her weha Alî ‘Ewnî ragihand ger PKK e rast dibêje ku hewlêr, Şingal, Kerkûk Spanya û Ermenistan rizgar kirîne çima heya niha nekariye bi tenê gundê ‘Evdila Ocelan rizgar bikin? Gelo kî rêgire li himber azadkirina gundê Ocalan ji bal PKK ê ve? Çima piştî 42 salan ji xebata çekdarî heya niha PKK e nekariye 42 metran li Bakurê Kurdistanê rizgar bike? Kîjan navçe yan bajar yan gund heye ku PKK ê bi şer li destên Tirkiyê yan dewletek e din a dagîrkar rizgar kiribe? Dibe hemû gelê kurd bi taybetî alîgrên PKK ê li pey berisva van pirsan û bi sedan pirsên din yên bivî awa bigerin, pêwîste rêveberên PKK ê êdî dest ji slogan û axaftinên mezin û meşên bê raman berdin, pêsîste PKK e hedê xwe bizanibe.

Pustên heman beş