p.language-links a { text-decoration: none; color: black; background-color: #e0e0e0; /* default gray */ padding: 4px 8px; border-radius: 0px; font-size: 13px; transition: background-color 0.3s; } p.language-links a:hover { background-color: #ca0000; color: white; } p.language-links a.active { background-color: #ca0000; /* active URL */ color: white; }
Cêfrî: PKK e rêxistineke terorîstî ye

Ceymis Cêfrî şandiyê taybetê Amerîkayê ji bo kar û barên Sûriyê ragihand, Partîya Karkerên Kurdistanê PKK e rêxistineke terorîstî ye û pêwîste Sûriyê bi cî bihêle.
Ceyimis Cêfrî di çavpêketinekê de li gel rojnameya Sûrya Dayrêkt got ku hebûna PKK ê li Sûriyê yeke kirîzane, PKK e rêxistineke terorîstî ye û em dixwazin bibînin ku çekdarên vê rêxistinê Sûriyê bi cî dihêlin.
Her wiha amaje kir, hebûna PKK ê aloziyên Sûriyê li gel Tirkiyê li navçeyên sînor zêde kirine û got: Em dixwazin wan alozîyan hinekî kêm bikin.
Şandiyê teybetê Amerîkayê ji bo kar u barên Sûriyê tekez dike ku li gel dewleta Tirkiyê rêkketin çêbûye li derbara liv û tevgerên serbazî, lê belê Tirkiyê dilgiranîyeke herî zêde ji hêzên Sûrya ya demokratîk HSD ê û PKK ê heye.




