Li bazareke bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê şewat derket û di encamê de 100 dikan bi temamî şewitîn û bûne xwelî.
Li qezaya Qelqelî ya ser bi parêzgeha Wanê ve, îro Sêşemê 3ê Mijdara 2020an, agir bi bazarekê ket û di nava 3 demjimêran de, 100 dikan bi temamî şewitîn. Li wê bazarê nêzîkî 200 dikan hene û agir hêj nehatiye kontrolkirin û metirsî heye ku agir derbasî dikanên din be jî.
Ji ber ku bazar mezin e û agir bi awayekê bilez li dikanên bazarê belav dibe, ji bilî tîmên agirvemirandinê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji bajar û bajarokên din ên ser bi Wanê ve jî 15 otomobîlên din ên agirvemirandinê û tîmên taybet gihîştine Qelqeliyê.
Bazara ku şewat lê derketiye, taybet e bi kelûpelên ekseswarat û keleûpelên navmalê, herwiha gelek ji dikanên wê bazarê yariyên agirîn difiroşin, ku ew yek jî yek ji sedemên bilez belavbûna agir li bazarê ye. Teqîna berdewam a yariyên agirîn bûye sedem ku hewlên tîmên berevaniya sivîl û tîmên agirvemirandinê ji bo kontrolkirina agir hêdî bin.