Di êrîşa Çemankê de Pêşmerge “Hêriş Cewher Mihemed” şehîd ketîye

Di êrîşa çekdarên PKK ê a îro de ku li sînor parêzgehîya Dihokê hatîye encam dayîn, Pêşmergeyek bi navê “Hêriş Cewher Mihemed” şehîd ketîye.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, di êrîşa îro roja çarşemiyê de ku çekdarên PKK ê bi rêya bombeka çandî li dijî hêzên Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê li sînorê parêzgeha Dihokê encam daye, Pêşmergeyek şehîd ketîye û dû jî birîndar bûne.

Dest  nîşan kir, ev êrîşa PKK ê bi terzê rêxistnên terorîstî li geliyê Kanî Mazê ê sînorê nahiya Çemankê girêday parêzgeha Dihokê pêkhatîye.

Îro li dema derbasûna otumbêleke Pêşmergeyan, PKK ê bombeke çandî bi wan ve teqand, li destpêkê 3 Pêşmerge birîndar bûn û birîna dû ji wan xeter bû, piştre yek jê bi navê “Hêriş Cewher Mihemed” canê xwe ji dest da.

Pustên heman beş