Di pergala cîhanê de hêzên ku weke terorîst tên naskirin ji bal neteweyên yekbûîy û gelên cîhanê pirr zêdene, lê belê tu yek ji wan rêxistin, kes û aliyan ku bi terorîst tên naskirin xwe bi terorîst nas nakin û naxwazin ti karekî li ser xwe bikin mal û rewatiyê bi vê navkirina xwe bidin.
Di nava rêxistinên kurdistanê û cîhanê de dibe bi tenê Partiya Karkerên Kurdistanê be ku bi dengek blind mîna dengê çekên xwe yên ku berê wan didin sînga pêşmerge û gelê Kurdistanê, pir bi deng û hêzek zêde dibêjin em terorîstin, belê hûn bixwazin yan nexwazin, we pê baş be yan xerab em terorîstin, kiryarên me şahidî mene.
PKK e di niha de bi karên xwe yên qirêj li dijî gel û hikûmeta take perçeya Kurdistanê ya azad bi zelalî ji gelê cîhanê bi giştî û kurdistanê bi taybetî re dibêje ku ew terorîste, jiberku li gor hemû qanûnên navnetewî, teqandna trombêlan, şehîdxistna fermanberên hkûmetê, revandina zarokan û hwd… Bi karên terorîstî tên hesibandin.
PKK ê bi kuştina serqonsolê Tirkiyê li xwaringeha Hokkabaz û şehîd xistina Xazî Salih Alîxan, berpirsê asayîşa deriyê sînorî yê ser zêrê li 8î meha rabûrî, teqekirin li hêzên pêşmerge yên li Dînartê, revandina çendîn ciwanên kurd li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bi hêncetên bê esas û daxwaz kirina pereyan ji malbatên wan pêxemet serbest berdana wan ciwanan û îro jî bi şehîd xistina pêşmergeyekî û birîndar kirina du pêşmergeyên din bi hemû cîhanê re ragihand ku ew ne bizaveke rizgarîxwazin belku ew rêxistineke terorîstin.
PKK e rêxistineke ku xwe rehmê bi alîgrên xwe jî nabe, bi awayek sîstematîk alîgrên xwe dikuje û pişt re wan bi şehîd dide nasandin daku malbatên wan bi xwe ve girê bide bazarî bi xuyna wan bke, PKK e carna dibêje ev kesane ji bal Tirkiyê hatîne şehîd kirin, û carna jî kuştina wan dide pal aliyên siyasî yên kurdistanê, weke ku kuştina medyakar “Wedad Husên” di nava bazarê Duhokê de, PKK ê di roja zelal de û di nava Duhokê de Wedad şehîd xist lê jiberku xwedî çapemeniya bi hêze weha da nîşandan ku “Wedad” ji bal dezgehên ewlekariya Başûrê Kurdistanê hatye şehîd xistin.
Dibe ew karên PKK e dike bi tenê ji bo wê yekê be ku du axaftinên “Mes’ûd Barzanî” berevajî bike, dema li hemû saziyên ragihandinê yên navxweyê kurdistanê û cîhanê de razî nebûy PKK ê bi terorîst binasîne, Barzanî çendîn caran û di çendîn hevpeyvînên xwe digel saziyên medyayî yên cîhanî de ragihand ku PKK e ne terorîste, her weha ji bo berevajî kirina axaftina din ya barzanî ku şerê birakujî heram kiriye, dibe PKK e van karan encam bide, jiberku siyaset, aydolojîk, exlaq û mîtoda PKK e li ser bi rêve diçe eve ku weke yek ji rayedarên PKK ê yê bi navê “Rêzan Cavîd” dibêje, “her tişta ku barzanî û malbatî wî got, hûn berevajî bikin ew kurdayetî û ew rastiye”, belê bi rastî jî exlaq û siyaseta PKK ê eve.
PKK ê bi kar û kiryarên xwe ji hemû cîhanê re eşkere kir ku terorîstin û ew naxwazin navê wan di lîsteya terora cîhanî de were derxistin, PKK ê bi hemû cîhanê ragihand ku ew jî mîna rêxistina Talîban, Qa’îde û DAIŞ ê rêxistineke terorîstî ye û ti cudahî dinavbera wan de nîne, bi tenê ev nebe ku ji aliyê aydolojîk cudahî dinavbera wan de heye.
PKK e bi karên bi vî awa ne bi tenê rewatiyê dide êrîşên Tirkiyê, belku piştevaniyê ji axaftinên rayedarên tirkiyê bi giştî û Erdogan bi taybetî dike dema ku ji cîhanê re dibêjin “em bi rêxistineke terorîstî re di şer de ne” bi vê yekê ne bi tenê êrîşa Tirkiyê li ser rojava rewa dike belku êrîşa li ser başûr jî ku demeke hatiye ragirtin bi êrîşeke rewa û mafê Tirkiyê dide nîşandan.