Serokê Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) Jiyan Timurtaş li ser kiryarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên li Herêma Kurdistanê diyar kir ku “divê PKK rêz li Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigre. Hikûmeta Herêma Kurdistanê meşrû ye û ne cihê nîqaşê ye”.
Jiyan Tirmurtaş ji bajarê Diyarbekirê yê bakurê Kurdistanê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser destêwerdanên PKKê yên li Herêma Kurdistanê diyar kir: “PKK demeke dirêj e li dijî dagirkeran şer nake, lê wisa xuya dike çalakiyên dawî yên li Herêma Kurdistanê û teqandina boriya neftê û îro jî mixabin pêşmergeyek şehîd ket û bi van kiryarên xwe dibêje ‘ez nikarim bi dagirkeran re şer bikim, lê ez di şerê Kurdan de jêhatî me. Ev cihê şermezariyê ye.”
Timurtaş destnîşan kir: “Medyaya PKKê demeke dirêj e bangeşeya birakujiyê dike. Di vê derbarê de jî weke Serok Barzanî gotiye; nabe helwesta heramkirina şerê Kurd û Kurd bi wê yekê were şîrovekirin ku aramî û asayîşa bajar û bajarok û gundên Herêma Kurdistanê bêne têkdan û welatî bêne neçarkirin ku mal û warên xwe bi cih bihêlin û bibin qurbanî û ti kesî deng neke.”
Jiyan Timurtaş dibêje: “Ev çalakiyên demên dawî û rêznegirtina li Herêma Kurdistanê, sedema hebûna PKKê ji holê radike. Divê rêz li Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigre. Hikûmeta Herêma Kurdistanê meşrû ye û ne cihê nîqaşê ye. Destkeftên îro li Herêma Kurdistanê hene, encama fedakarî û qehremaniya bi salan a Kurdan e.”
Îro li sînorê nahiya Çemankê ya ser bi qezaya Amêdiyê ve, çekdarên PKKê êrîşî ser hêzeke Pêşmergeyên Kurdistanê kiribû û di encama wê êrîşê de pêşmergeyek şehîd bû.
Herwiha vê êvarê çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li devera Çemankê êrîş kirin ser hêzeke Polîsê Petrol û Gazê ku li wê deverê erkê xwe cîbicî dikirin, di encama êrîşê de du polîs birîndar bûn.
Çend roj berê jî çekdarên PKKê boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê ya li sînorê Tirkiyê teqandibûn û rayedarên Herêma Kurdistanê eşkere kirin ku ji ber teqandina boriya petrolê, rojane 10 milyon dolar zirar digihe Herêma Kurdistanê.