Bexdayê êrîşa PKK ê ya dijî Pêşmergeyan şermezar kir

Hikûmeta navendî ya Iraqê, êrîşa terorî ya PKK ê ya li dijî Pêşmergeyan şermezar kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya ofîsa çapemeniyê ya Serokwezîriyê da hat dest nîşan kirin ku ew, êrîşa rêxistina PKK ê ya li Dihokê ya li dijî Pêşmergeyan, şermezar dikin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, “Ev êrîş, êrîşeke dijî serweriya Iraqê ye. Ji bo astengkirina van êrîşên dijî serwerî û ewlekariya welêt, çi pêwîst bin dê bên kirin”.

Çekdarên rêxistina PKK ê duh li bajarokê Çemanke yê Dihokê êrîşî hêzên Pêşmergeyan kiribûn. Di êrîşê da Pêşmergeyek şehîd ket, 2 Pêşmerge jî birîndar bibûn.

Pustên heman beş