Hevdem digel berdewambûna dijatiya PKK ê ji bo Başûrê Kurdistanê û saziyên fermî yên vê perçeya Kurdistanê û gef xwarnên berdewam yên rayedarên vê partiyê û êrîşên wan yên vê dawîyê li ser pêşmergeyên Kurdistanê li her du navçeyên Dînartê û Çemankê û şehîd xistna pêşmergeyekê û birîndar kirina çendîn pêşmergeyên din, PKK ê dest bi şerekî aydolojîk û medyayî jî kiriye li dijî başûrê Kurdistanê.
Piştî tevlîhevbûna rewşa başûrê kurdistanê bi sedema kirîzên siyasî û abûrî û êrîşên dewleta Tirkiyê bo ser pêgehên PKK ê li başûrê kurdistanê û teslîm kirina Heftenînê û Metîna û ciyên din yên sînorî ku pêş niha di destên PKK ê de bûn, niha PKK e daku rola xwe weke pira derbasbûna Tirkiyê ji bo başûrê kurdistanê bicî bîne, xwe nêzî bajar û bajarokên başûr kiriye û dixwaze li nêzî bajaran bicî bibe daku Tirkiyê ji bo wan navçeyan rakêşe û wan navçeyan jî teslîmî Tirkiyê bke. Bo vê yekê daku şer’yetê bide karê xwe berdewam gefan li hikûmeta herêma kurdistanê dixwe û êrîşî pêşmergeyan dike, herçend PKK ê hêza xwe ya caran nemaye, ger na ev demek bû dest bi êrîşeke mezn kirbû lê belê di niha de jî carna êrîşan dike daku bibêje belê ez mayime, ez li virim.
PKK ê hemû çapemeniya xwe xistiye kar û dixwaze gelê kurd çewaşe bike û êrîşa li ser hikûmet û parlamentoya Kurdistanê bi êrîşa li ser KDP ê û xwe parastina rewa bide nîşandan, PKK ê ji bo vê yekê ne bi tenê çapemeniya xwe belku çapemeniya YNK ê jê ku niha di destên Lahore Şêx Cengî de hatye monopolkirin jî bi kar xistiye daku derewan servîs bikin û rewatîyê bide karê xwe û wiha nîşan bide ev KDP e ye şer bi PKK ê difroşe, PKK e bi alîkariya YNK ê bi taybet taqma Lahor Cengî di sosyal medyayê de bi sedan ropel û hesabên şexsî ji bo berevajî kirina bûyeran û tawanbarkirina KDP ê û nîşandana vî şerê ku PKK e bi başûr difroşe weke şerê KDP ê û PKK ê bide nîşandan. Di vê derbarê de duh piştî êrîşa PKK ê li ser pêşmergeyan PKK ê û YNK ê hemû hewl dan ku vê bûyerê weke êrîşkirin li ser PKK ê ji bal KDP ê ve bidin naskirin, wan bi sedan nûçeyên sexte bi navê berpirsên pêşmerge û kesên diyar weke Mihemed Pêncuwînî servîskirin û ev derew weke rastî bi gelê kurd re dan nîşandan.
PKK e niha di medyaya xwe de bi taybetî sosyal medyayê de wiha dide nîşandan ku ev pêşmerge ye êrîşî wan dike, û ew bi tenê xwe diparêzin, ev yek bi eşkere di daxweyanîya dawî ya HPG ê de jî diyar bû, piştî êrîşa Çemankê HPG ê daxuyaniyek belavkir û têde ragihand, “pêşmergeyên KDP ê dixwest derbasî herêmên gerîlayan bibin”, bi vê gotnê baş diyar dibe ku HPG e ji ber lawaziya xwe weke pîrekalekî ku hişên xwe ji dest dabin diaxve, ger na tu herêmek bi navê herêmên gerîla nîne, di beşeke din a daxuyaniya xwe de HPG ê ragihandibû: “me hişyarî da wan ku derbasî herêmên gerîla nebin, ger na wê bê deng nemînîn”, “pêşmergeyan guhdarî nekir û me jî du mayînên çandî teqandin, daku rêgiriyê li pêşmergeyan bikîn”, li vir fere ji PKK ê bipirsîn gelo herêmên gerîla ku derê ne?! Qey Çemankê û Dînartê herêmên Gerîla ne? Hûn bi ç maf dikarin rêgiriyê li pêşmergeyên kurdistanê bikin, û rêgiriyê li pêşmergeyan bikin ku li wê herêma xwîn ji bo riştî û heya niha xuyna şehîdan li wan navçeyan diherike bi herêmên xwe bizanin? Herêmên gerîla li Bakur in nek li başûr, herin û li Bakur rêgiriyê li leşkerên Tirkiyê bikin ku nekevin herêmên we, li başûr hikûmet, parlemen û pêşmerge hene ti pêwîstiya wan bi we nîne.
Lê belê servîskirina derewan ji bal PKK ê û Lahore Şêx Cengî ve di sosyal medyayê de nekarî karê terorîstî yê PKK ê li ber çavên gel bibe, gelê başûr ev karê terorîstî û şehîd û birîndarkirina pêşmergeyan bi tundtirîn awa pirotesto kir, Gelê Başûr ji PKK ê xwest xebata xwe li Bakur û li dijî Tirkiyê bikin, wan ji PKK ê re go hûn bi servîskirina derewan û hêncetên bê wate nikarin rewatiyê bi karê xwe yê terorîstî û dûr ji kurdayetiyê bidin, ger hûn bixwazin xebatê bikin herin li bakurê Kurdistanê Herêmên Gerîla biparêzin, Ocelan ne li Amêdiyê ye ew li îmraliyê ye û êrîşî wir bikin.