PKK e ji bo têkdana asayîşa Başûr kar dike

Pêşmerg-Serbest Lezgîn-PKK

Cîgirê wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, êrişa PKK ê li ser hêzên Pêşmerge şermezar kir û da zanîn ev êriş li dijî hemû destkeftiyên Herêma Kurdistanê ye.

Serbest Lezgîn derbarê tevger û êrîşa PKK ê bo ser Pêşmergeyên Kurdistanê  daxuyaniyek belav kir û ragihand êrîşa PKK ê bo ser Pêşmergeyên Kurdistanê îsbat dike ku PKK ji bo têkdana asayîşa Herêma Kurdistanê kar dike.

Lezgîn amaje bi wê yekê jî kir ku bi êrîşên xwe bo ser Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê rastiya PKK ê derketiye holê ku ew kar ji bo têkana asayiş û ewlehiya Herêma Kurdistanê dike.

Herwiha Serbest Lezgîn tekez kir ku êrîşa PKK ê, ne li dijî Partiya Demokrat a Kurdistanê ye, li dijî hemû destkeft û xebat û qurbanîdana xelkê Herêma Kurdistanê ye.

Cîgirê Wezîrê Pêşmerge destnîşan kir: “Êrîşên PKK ê bo ser Pêşmerge û Herêma Kurdistanê bertekên cuda cuda û berfireh li pey xwe anî, li ser vê mijarê Wezareta Derve ya Amerîkayê û Serokatiya Herêma Kurdistanê û Serokatiya Encûmena Wezîran û Parlementoya Kurdistanê û Parlementoya Iraqê, êrîşa PKK ê bo ser hêzên Pêşmerge ya li Çemankê şermezar kirin.”

Di çend rojên derbasbûyî de çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê li sînorê nahiya Çemankê ya ser bi navçeya Amêdiyê, sê êrîşên cuda birin ser hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê û polîsê parastina petrol û gazê, di encama wan êrîşan de pêşmergeyek şehîd bû û hejmarek pêşmerge û polîs birîndar bûn.

Herwiha çend roj berê jî çekdarên PKK ê boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê ya li sînorê Tirkiyê teqandibûn û zirareke mezin bi Herêma Kurdistanê xist.

Pustên heman beş