Şervan bersiva Mezlûm li derbara sitema PKK ê li ser Başûr dixwazin

Şervan bersiva Mezlûm li derbara sitema PKK ê li ser Başûr dixwazin

Hejmareke Şervanên Hêzên Sûryaya Demokratîk, nameyek ji bo fermandarê xwe Mezlûm Ebdî şandîye û têde daxwaz kirine Mezlûm Ebdî berisveka zelal li derbara êrîşên vê dawiyê yên PKK ê li Başûrê Kurdistanê bide.

Li gor agahiyên destê me, hejmareke Şervanên Hêzên Sûrya ya Demokratîk HSD ê, li roja 5/11/2020an, nameyek ji bo Mezlûm Ebdî yê fermandarê HSD ê şandîye û têde wan xwestîye ku Mezlûm helwest û bersiveke zelal li derbara êrîşên PKK ê yên li ser borya petrola Kurdistanê û êrîşa ser Pêşmergeyên başûr bide.

Nameya Şervanan wihaye:

Em hejmareke Şervanên Hêzên Sûrya ya Demokratîk, vê nameya vekrî ji bo Mezlûm Ebdî fermandarê HSD ê di şînin, hêvîya me bersiveke zelal li derbara bûyerên “Başûrê Kurdistanê” Kurdistanê Îraqê bide.

Heval Mezlûm

Em ji bo parastina xaka xwe tevlî YPG ê û YPJ ê bûne, me xwîn ji bo vê amancê daye, me bawerî bi Kurdistanê weke welatê Kurdan heye, em gelek bi êrîşên rojên rabûrî yên PKK ê li ser Başûrê Kurdistanê êşan û xemgîn bûne, dilê me di şewite wexta ku em li ser ekranên kenalên asîmanî dibînin ku rêveberên PKK ê bi şanazî ve dibêjin me boriya petrola Tirkiyê teqand, lê belê em dizanin ew êrîş li ser berjewendiyên gelê me yê Başûrê Kurdistanê pêkhatîye ku bi hezarên dolaran ziyan çêkirine, em li vêrê dipirsîn erê ev kar di berjewendîya Kurd û Kurdistanê de bû yan PKK ê ecêndayên dewletên dijminên Kurdistanê bicî kirine?

Em baş dizanin maytêkrinên ku PKK e dke, ne li vê dawiyê dest pê kirine, belku ev dema 28 salane berdewamin, serok Mes’ûd Barzanî hertim rêgirî li çêbûna şer kirîye û şerê birakujiyê bi hêla sor danaye, herwiha PKK e li dema êrîşa DAÎŞ ê beşdarî di şerê terorê de kir û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê sipasîya wan kir, lê belê paş nemana DAÎŞ ê PKK ê li navçeyê maye û sîstema rêxistina xwe li ser gelê navçeyê feriz kirîye, wan ew navçe li şûna DAÎŞ ê dagîr kirîye.

Heval Mezlûm

Em gelek êşan wexta ku çekdarên PKK ê li roja çarşemiyê 4/11/2020an êrîşî hêzên Pêşmerge û polîsên neft û xazê li navçeya Çemankê a parêzgeha Dihokê kirî ku di wê êrîşê de Pêşmergeyek bi navê Hêriş Cewher şehîd bû û hejmareke din birîndar bûn.

Her wiha roja 5/11/2020an PKK ê êrîşeke din li navçeya Çemankê pêkanî, lewma li vêr em heyrî mane, çima hûn bêdengin li ser wan tawanên ku hevalên me yên PKK ê di rasta gelê Başûrê Kurdistanê da encam didin? Gelo em vê bêdengîya hewe bi tu awayî şîrove bikin? Gelo hûn li ser wê naheqîya di rasta gelê me de tê kirin razî ne?

Evan pirsan em heyrî hêlane, dixwazîn hûn bersiveke zelal û eşkere li ser bidin

Şervanên Hêzên Sûryaya demokratîk HSD e

5/11/2020

Pustên heman beş