PKK e Êzidiyên Şengalê ber bi helaketê dibe

PKK e Êzidiyên Şengalê ber bi helaketê dibe

Balefirên bê pîlot yên dewleta Tirkiyê, duh liv û tevgerên çekdarên PKK ê li dorbera Şengalê hedef kir, hejmarek jê qetil kirin, piştre PKK ê hinek şêniyên navçeyê li ciyê êrîşê kom kirin û daxuyanî bi wan da gotin, daxuyanî pêwendîya wê bi gelê Êzidî ve tune bû, bi kurtasî ew peyama PKK ê bû, şêniyên ku di rêzê de rawestayî bûn, sîmayê wan xweya dikir ku PKK ê ew bi darê zorê kêşî ciyê êrîşê kirine.

PKK e ku niha Şengal û 8 gundên dorbera bajêr dagîr kirine, sedema sereke a bordoman û êrîşên hewayî ye, dewleta Tirkiyê eşkere îlan kir ku ew bi tu awayî rênadin Şengal bibe Qendîla dûyemîn, lê belê PKK e mukre Şengalê bike Qendîl û piştre bi derdê Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Sipiyê bibe.

Penceşêra Şengalê

Êzidiyên Şengal ji paş fermana 2014an ku ji destê terora DAÎŞ ê bû, ketine di dojeha PKK ê de û êncam Şengal wêran hiştîye, 80% a şêniyên wê di kampan de mane, navçe dewam li jêr êrîşên Tirkiyê deye, zaro û ciwanan tên revandin, komên çekdar li jêr navên cuda çêkirine û mejîkê wan bi aydolojîya rêxistina xwe şûştî ye, heger PKK e rast dibêje ku ew ji bo parastina Êzidîyan li Şengalê ne, bila bersiva van pirsan bide:

Gelo hûn Êzidîyan ji kê di parêzin?

Mane hûn ne sedema êrîşên berdewam ên Tirkiyê ne?

Heya niha hewe çend ciwanên Êzidî bi destê dewleta Tirk qetil kirine?

Çima hûn rênadin koçberên Şengalê vegerin?

Çima hûn dixwazin Şengal wêran û neavedan bimîne?

Çima Êzidî ku Kurdên resenin, PKK e dixwaze nasnameya wan bi guherîne?

Çima PKK e rêzê li ola Êzidîyan nagire û her kes dizane ku li Şengalê ew henekan bi ola wan dike?

PKKê di 40 salê şerê xwe yê çekdarî de çend metroyên xaka Bakurê Kurdistanê parastine, wê ew qas Şengalê û Êzidiyên Şengalê parêze

Ya rast bila gelê Êzidî baş bizanbe, sedema sereke a îsrara PKK ê ku di Şengalê de bimîne, bi cî kirina ecêndayên dewletên Tirkiyê, Îranê û Îraqê ye, Peymana Şengalê jî ku tam di berjewendîya Êzidîyan de ye, PKK e naxwaze were bi cî kirin ji ber ku ew Peyman wê PKK ê naçar bike Şengalê çûl bike, bi gotineke din, PKK e li ser birînên gelê Êzidî destkeftîyan bi dest têxe û xwe di parêze.

Li dawiyê em dibêjin, pêwîste gelê Şengalê nebe dardest û leystoka destê PKK ê, PKK e wê wan ber bi helaketê bibe, îro be ya sibe li gel PKK ê wê çarenivîsa Şengalê weke Efrînê û Serê Kaniyê be,  xebata dehan salên PKK ê şahidê herî mezine ji bo vê axaftina me, kanê PKK ê di 40 salên şerê xwe yê çekdarî de çend metroyên xaka Bakurê Kurdistanê serbest kirine, wê ew qas Şengalê û Êzidiyên Şengalê serbest bike.

Pustên heman beş