Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ji bo rêkeftina Şingalê piştevaniya Parlemanê wergirt

Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ji bo rêkeftina Şingalê piştevaniya Parlemanê wergirt

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêbar Ehmed diyar kir, wan ronahiya pêwîst li ser navçeyên Kurdistanî dane Parlamena Kurdistanê û piştgiriya Parlamenê ji bo rêkeftina Şingalê wergirtine.

Îro Wezîrê Navxwe û Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Bexdayê ligel Komîteya Navçeyên Kurdistanî ya li ser rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kom bûn.

Piştî kombûnê jî di konferaseke rojnamevanî de, Wezîrê Navxwe got: “Me di kombûna xwe de ya bi komîteya Navçeyên Kurdistanî re ronahiya pêwîst daye Parlemanê. Em herdu alî li ser wê hevnerîn in ku yekrêziya navxweyî li ser pirsên girêdayî madeya 140 hebe. Divê Hewleka hevbeş bidin da ku komîteyeka taybetî bi madeya 140 pêk were. Em wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê plana me heye ku daxwazê ji Hikûmeta Iraqê bikin, ji bo ku komîteya madeya 140 dest bi kar bike, da ku ew made û birgeyên wê li gor destûrê bi cih were.”

Got jî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê pêngavên ji bo rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şingalê, rewşa Kerkûk û deverên din de avêtine avêtine, piştgiriya Parlemenê wergirt.”

Pustên heman beş