PDK ê û YNK ê daxuyanyek hevpar parve kir

PDK ê û YNK ê daxuyanyek hevpar parve kir

Paş civîna îro ya di navbera PDK ê û YNK ê de, daxweyanîyek hevpar hat parvekirin û têde ragihand: pêwîste bi hev re di gel aliyên din ên Herêma Kurdistanê de gavên cidî bavêjîn ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera xwe de.

Di daxweyanîya hevpar a PDK ê û YNK ê de derbara şer firotinên PKK ê bi Başûrê Kurdistanê re hatiye: PDK e û YNK e hev ra ne ku parastina aramî û ewlehîya Herêma Kurdistanê, erkê hemû aliyan e.

Her weha di vê daxweyaniya hevpar de, her du aliyan tekez li ser piştevaniya xwe ji bo hikûmeta federal a Îraqê, ji bo encam dayîna hilbijartinên pêş wext nîşan da.

Di beşeke din a vê daxuyaniyê de hat ragihandin ku, nirxandin ji boy cîbicîkirina lihevhatina siyasî û îdarî ya di navbera her du aliyan hate kirin, û her du aliyan pabendbûna xwe bi wê lihevhatinê dupat kir.
Civîna îro ya di navbera PDK ê û YNKê de bi serpiriştiya Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê hat encamdayîn.

Pustên heman beş