Yek ji kesayetên diyar ên devera Geverê û ji kedkarên dîroka siyasî ya Kurdistanê Îsa Beşîr, şeva borî di temenê 90 salî de li bajarê Wanê koça dawî kir.
Îsa Beşîr di qonaxên herî hestiyar û çarenûssaz ên tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê de bi helwest, ked û xebatên xwe yên neteweyî dihate nasîn. Bi taybetî di serdemên dijwar ên têkoşînê de, wî bi rê û hewldanên xwe di derbaskirin û gihandina bi hezaran penaberan ber bi axa Îranê de roleke mirovî û girîng lîst.
Piştî wan rojan, wî xebatên xwe yên siyasî bênavber domandin. Bi taybetî piştî nasîna bi serkirdeyê nemir Îdrîs Barzanî re, gelek kar û erkên girîng girtin ser milê xwe û salên dûr û dirêj di vê rêyê de ked da. Di salên paşîn de jî wî ligel Serok Mesûd Barzanî kar kir û di gelek qadên xizmetê de cihê xwe girt.
Îsa Beşîr, ku hem ji aliyê şehîd Îdrîs Barzanî û hem jî ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve dihate pêşwazîkirin, heta dawiya temenê xwe wekî kesekî dilsoz li ser rêbaza Barzaniyê Nemir ma.
Jiyana Îsa Beşîr rêwîtiyeke tijî fedakarî, têkoşîn, bawerî û dilsoziyê bû. Kurê hêja yê Geverê piştî 90 salan jiyana tijî ked ku şahidê serdemeke dîrokî bû, li pey xwe mîrateyeke bi rûmet a welatparêziyê hişt û xatir ji vê dinyayê xwest.