Tirkiyê PKKe li sînorê Derkarê topbaran kir

Gundên paş operasyona 15/6/2020ê ku bi sedema PKK ê li sînorê Zaxo hatine çul kirin • Li nafçeya Derkarê 14 gund û dever hatine çul kirin • Li nafçeya Batîfa 39 gund û dever hatine çul kirin • 2 gundên Kristyanan li sînorê Derkarê hatine çul kirin • Bi giştî ji ber hebûna PKK ê li herdû nafçeyên Derkarê û Batîfa nêzî 150 gundan hatine çul kirin

Êrîşa dewleta Tirkiyê a li ser Başûrê Kurdistanê berdewame û îro hereketa çekdarên PKK ê li sînorê navçeya Derkarê topbaran kir.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja sêşemî 10/11/2020an, tophavêjên arteşa Tirkiyê ji sînorê Bakurê Kurdistanê, sînorê navçeya Derkarê a girêda qeza Zaxo topbaran kir, lê belê zirarên vê êrîşê nehatine zanîn.

Dest nîşan kir, mûşekên arteşa Tirkiyê bi navçeyên çiyayî ketine û domaneke mezin li ciyê ketina mûşekan berz bûye.

Di vê derbarê de, medya PKK ê ev nûçe wiha veguhastîye û gotîye ku bingehên PDK ê herêmên Gerîlayan topbaran kirine, ev jî xizmeteke mezine ku medya PKK ê ji bo dewleta Tirkiyê dike.

Li gorî agahiyên taybet yên pêgeha Darka Mazî, ji destpêka êrîşa dewleta Tirkiyê a li ser Başûrê Kurdistanê ku li naverasta meha xizîrana îsalê dest pê kirbû, 53 gundên girêday qeza Zaxo bi sedema PKK ê hatne çul kirin, 15 jê li sînorê nahya Derkarê ne.

Gundên paş operasyona 15/6/2020ê ku bi sedema PKK ê li sînorê Zaxo hatine çul kirin

  • Li nafçeya Derkarê 14 gund û dever hatine çul kirin

  • Li nafçeya Batîfa 39 gund û dever hatine çul kirin

  • 2 gundên Kristyanan li sînorê Derkarê hatine çul kirin

  • Bi giştî ji ber hebûna PKK ê li herdû nafçeyên Derkarê û Batîfa nêzî 150 gundan hatine çul kirin

Pustên heman beş