PKK êrîşên bê exlaqane dibe ser Elî Ewnî
Ragihandinkar û kesên girêdayî PKK ê li ser sosyal medyayê kar dikin, tevahî nirxên netewî, civakî û şexsî bin pê dikin. Her rengî gotinên ne rast dikarin bikin. Ev tişta em her roj li ragihandinê de dibînin ku nûçeyên bê bingeh û agahîyên ne rast belav dikin. Yek ji van agahîyan ew agahiyên ne rastin yên ku vê dawîyê li ser Endamê Rêvebirîya PDK Elî Ewnî di van rojan de hatî belav kirin e.
Elî Ewnî hemû cara ji ber ku helwestên netewî nîşan dide gelek cara bûye hedefa nexwêrxaza. Taybet jî van roja ji ber ku li ser şehîd kirina pêşmergeyekê bi deste PKK, Elî Ewnî helwesteke tund nîşan da heman deme rastîyên PKK li Herêma Kurdistanê eşkere kirin. Encam de jî li ser Sosyal Medya hat hedefkirin û êrîşên ne exlaqî li ser wî hatin kirin.
Endam û qelemşorên PKK li ser sosyal medya belav kirin ku kurê Elî Ewnî dest direjî li ser jinekê kirîye. Navê wî kurî jî Sasan Ewnî’ye. Bi zimanê Tirkî ev xaber belav kirin ku kes agahdarî jî rastîyê nebe.
Lê belê piştre hinek ciwanên Niştimanperwer ev derewe eşkere kir û gotin ku ev kesê tê bas kirin ne kurê Elî Ewnî’ye ne jî mirovê wî ye. Ew kesê alîgirên PKK weke kurê Elî Ewnî daye nasandin derket ku li sala 1970 ji dayik bûye û Elî Ewnî jî 1968 ji dayik bûye. Yanî gor qelem şorên PKK dema Elî Ewnî 2 sal bû ev kure çêbûye!
PKK hereketek takrewîye û dervey xwe tu kesî qebûl nake. Heger kesek PKK ê rexne bike, ew kes her kî be jî PKK ji wan re dibeje ku hûn sîxurên Tirkiyê ne, hûn endamê Mît’e ne. PKK li Bakurê Kurdistanê û Ewropa bi hazaran muxalîfên xwe bi van gotina û bi zilleh dane bêdeng kirin. Gelek kesên ku li Ewropa PKK rexne dikin dukanên wan tên şewitandin, lêdanê dixwen yan jî xwe paşde didin.
PKK kesên ku bi vî awayî bêdeng nebe dikuje. PKK bi soîqest kuştina însana li Bakurê Kurdistanê meşhure.
Gelo rastîya bûyerê çî ye?!
Rastîya bûyera li nêzî dadgeha Zaxo qewimî eve, li dadgeha Zaxo keysa Dadgehkirina jin û mêrekî hebû, zilam ser bi ‘eşîra “Gewda” ye, jin keçe kurdek ji Bakurê Kurdistanê ye, bera sê rojan ji vê bûyerê bi biryara dadgehê ev jin û mêr ji hev hatîne telaq dayîn, li gor biryara dadgeha Zaxoyê zaroka van jin û mêra ji mêrikî re dimîne, piştî ku mêrik li dadgehê derdikeve diçe cihê rawestandina tirombêlan û li wir bi keviran êrîşî tirombêla xezorê xwe dike, dema polîs dixwazin wî bigirin ew mêrik gefan li polîsan dixwe ku bombeyek li cem wî heye û ger nêzî min bibin ezê bombeyê bi xwe de biteqînim, daku zirarên canî nebin polîs nêzî wî nabin, mêrik rêya xwe dibîne û li tirombêla xwe suwar dibe û diçe.
Ya me li ser bûyera nêzî dadgeha Zaxo bas kirî rastîya mijarê ye, bi ti rengan ew kes ne kurê ‘Elî ‘Ewnî ye, kesê ku PKK ê weke kurê Elî Ewnî day nasandin anku “Sasan Ewnî” ji bilî ku bi tenê cudahiya dinavbera jiyê wî û Elî Ewnî 2 salin, ew wezîrê wezareta Şaredarî û Geştugozar e li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ti peywendiyeke wî bi Elî Ewnî re nîne.
Ji bilî vê yekê mala Elî Ewnî li Zaxo nîne, belku li Hewlêrê ye û kurê wî di jîyê nêzî 15 saliyê de ye û ev dema 10 rojane ji ber pêketinê bi vîrusa Korona li mala xwe a li Hewlêrê derneketîye.