Arteşa Tirkiyê liv û tevgerên xwe li bakurê rojavayê Sûriyê û navçeyên Rojava Kurdistanê xurt kirine û îro dorbera bajarê Til Rif’etê yê girêda navçeya Şehbayê top baran kir.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Rojava Kurdistanê eşkere kir, îro roja çarşemî 11/11/2020an, arteşa Tirkiyê û komên çekdar yên girêday wê, gundê bi navê Şêx Îsa yê sînorê bajarokê Til Rif’etê top baran kir.
Hemwexta êrîşa Tirkiyê, komên çekdaran yên girêday arteşa Tirkiyê dorbera bajarokê Til Rif’etê topbaran kir, lê belê zirarên canî yên van êrîşan nehatine zanîn.
Gundê Şêx Îsa li navçeya Şehbayê di jêr destê Hêzên Sûrya ya Demokratîk de ye, lê belê hêzên hikûmeta Sûriyê jî li navçeyê hene û li jêr desthilata Rêveberîya xweser da ye.