Li Diyarbekirê ji aliyê 200 rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedaran daxuyaniyek derbarê êrîşên PKKê li ser Herêma Kurdistanê hat dayîn.
Di çend rojên derbasbûyî de çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li sînorê nahiya Çemankê ya ser bi navçeya Amêdiyê, sê êrîşên cuda birin ser hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê û Polîsê Parastina Petrol û Gazê, di encama wan êrîşan de Pêşmergeyek şehîd bû û hejmarek Pêşmerge û polîs birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de, wan rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedaran destêwerdana PKKê di nava karûbarên Herêma Kurdistanê de şermezar kir û gotin ku hejmarek ji gundan ji ber hebûna PKKê vala bûne.
Herwiha tekez kirin, armanca sereke ya PKKê, jinavbirina qewareya Herêma Kurdistanê ye.
Herwiha daxwaz ji PKKê kirin, demildest ji Herêma Kurdistanê vekişin û rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê bigirin.
Êrîşên çekdarên PKKê li ser Herêma Kurdistanê, gelek nerazîbûn li ser asta navxweyî û navdewletî li pişt xwe anîn. Berî çend roja jî 400 rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên bakurê Kurdistanê bang li PKKê dikin ku serweriya Rêvebirîya Herêma Kurdistanê nas bike û rê ji êrîş û destêwerdana dewletên mêtingehkar ên li ser Başûrê Kurdistanê re xweştir neke.