Mazlum Abdî peyamek veşartî da PKK?
Di hevpeyvîna li gel Al-Monitor de Fermandarê Giştî yê QSD Mazlum Abdî behsa ENKS ê, mijarên di rojevê de, têkilîyên aloz yên di navbera Kurdan û hilbijartinên serokatiya Emerîka gotubêj kir.
Di şeva hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê, Abdî ji Al-Monitor re ji bo Amberin Zaman re axivî. Hevdîtinên di navbera partîyên Kurd ên li Rojava de nirxand û got: “Me îradeyek hevpar bi dest xist û ev daxwazên gelê me yê rojava temsîl dike. Hewldanek mezin e, me rêyek dûr û dirêj derbas kir; lê ne di astekî baş da ye. Danustandin hêdî hêdî dimeşin” lê gotûbêj gorî tê xwestin bilez rêvenaçe.
Derbarê daxza ENKS ya ku “derxistina qadroyên PKK ê ji Rojava û ferzkirina Rojava ku xwe birêve bibe”, Mazlum Abdî got: Her kes dipejirîne ku divê Rojava di nav yekparebûna axa Sûriyê de ji hêla Kurdên Sûriyê ve were rêve birin. Rêveberî ya wê ji hêla Kurdên Sûrî ve were damezrandin, hemî biryar ji hêla Kurdên Sûrî ve werin girtin, ev biryare bi zelalî bihên girtin, û pêşxistin û xurtkirina nasnameya Kurdê Sûrî de em yêk fikrîn”
Daxuyaniya Mazlum Abdî ya di derbarê daxwazên ENKS de bi peyvên baldar û bijare axivî. Dîyar dibe ku ew û beşek ji hevalên xwe rexmê astendarîya PKK, dixwazin danustandin berdewam bin. PKK di destpêkê ve ji pirsgirêka yekîtiya di navbera Kurdên Rojava de dûr sekinî û got ku ew li dijî van hevdîtina ne. Wekî din, plana PKK ê ya ku Rojava bi qadroyên ne Rojava re bi rêve bibe û qadroyên PKK ê bîne ser kar û mekanizmaya biryarên giring bide deste qadroyên PKK ê. Tê zanîn ku PKK di saziyên Çapemenî, Darayî, Perwerde, Jin, Ciwanan, çavkaniyên bin erd û dîplomasiyê de xebatkarên xwe bi cî kirine. Gotina Mazlum Abdî ya “Divê Kurdên Sûrî Rojava birêve bibin” peyameke ji bo PKKê hatî ye kirin.
Lê belê, di axaftina xwe de, Mazlum Abdi hîn jî li hember PKK ê hişyarî axivî û ji rexnekirina eşkere ya PKK ê ya derbarê Rojava de xwe dûr girt. Li aliyek din, wî hebûna PKK li Rojava pejirand. Di wateyekê de, wî peyamek da hemî aliyan, “Li bendê nebin ku em aşkere, eşkere bersiva PKK ê bidîn.
Rojnamevan Amberîn Zaman got: “Lê ENKS îsrar dike ku di daxuyanîyê de di derbarê PKK ê de xalek were nivîsandin û hûn wê qebûl nakin.” Ma rast e? Di bersiva pirsa wî de, Mazlum Abdi got: “belê, rast e. Em naxwazin ku, ne tenê PKK ê, di derbarê her damezrandinê de tu daxuyanî werin dayîn. Weke Hêzên Sûriya Demokratîk, me ji her kesê alîkarî di şerê li dijî Daîş û terorê de xwest. Ji PDK û ji her kesê. Berî hevdîtina me ya bi we re, ez bi şandeya ENKS ê ya li Hewlêrê re axivîm. Min dîsa ji wan re îzah kir. Ez bawer dikim ev mijar dê were derbas kirin.”
Di axaftina xwe de, Mazlum Abdî bal kişand ser pirsgirêka yekîtîya giştî ya navbera Kurdan wekî sedema ku muzakereyên di navbera ENKS û PYND de jî bandorek nebaş ser dike. Abdî di axaftina xwe de got: “Vêga di nav Kurdan de hin nakokî hene. îro li Kurdistana Iraqê di navbera PKK û PDK de alozî heye. Em naxwazin di vê aloziyê de bibin layanek. Em wekî Kurdên Sûriyê, wekî Hêzên Sûriya Demokratîk, wekî rêveberiya Rojava, ne layanê PDK ê ne jî yê PKK digirîn. Ev rêgeza meya bingehîn e. Û her wisa jî, em hemî yêk fikrîn ji bo ji derve destwerdana Rojava kirine. Dema ku me ev behs kirî, Nûnerê Taybet ê Emerîka yê ji bo Sûriyê, birêz Jim Jeffrey hebû.
Bi taybetî di vê heyama ku PKK bang li hemî Kurdan dike ku çalakî û xwepêşandanên dijî PDK ê bikin, helwesta “bê alî” ya Mazlûm Abdi wekî Fermandarê Giştî yê QSD ê erênî bû, lê nayê zanîn gelo dê ev helwest ji hêla tevahî rêveberiya rojava ve were qebûl kirin an jî na. Li hember biryara PKK ê ya Mazlum Abdî û Rojava wekî beşek ji yekîneyên dilsozê xwe ditîn ji hêla karmendên herêmî yên Rojava dibe cihê dilgiranî û nerazî bûnê.
Li Rojava, paralel bi rêveberên Rojava re rêveberê PKK ê jî hene. Di vê rêveberiya paralel a PKK ê de, di xebatên çapemenî, ciwan û jinan de, ew pirî cara çalakî û daxuyaniyên ku dê Mazlum Abdi û alîgirên wî bêzar bikin dikin. Cemîl Bayik di daxuyaniya xwe ya li ser Stêrk TV ya 8 ê Tebaxê de helwest nîşanî daxuyaniya Mazlum Abdî ya ku gotibû “Ez ji Serok Barzanî re spas dikim” da. ji bo axaftinên yekîtiyê û got “Divê Serok Apo were spas kirin, jin û ciwan vê qebûl nakin” piştî daxuyaniya Bayik, meşên dijî ENKS li Rojava dest pê kirin. Her çend ENKS li dijî vê pirsgirêka rêveberiya paralel derdikeve jî, qadroyên ji kevneşopiya PKK ê di nav PYD û TEVDEM ê de ne rastî nerehettir in. Ji ber ku hebûna mufetîşên PKK ê karmendên herêmî pirr aciz dike.
Di bin dorpêçek wusa de, girîng e ku Mazlum Abdî mîna PKK ê tevnegere û weke Aldar Xelîl jî nebe sedem ku hevdîtin sabote bibin. Dibe ku Şahîn Abdi ji bo wî li hêviya erkdarîyekî navbeynkariyê jî be. Tenê hesabên PKK ê yên li ser başûrê Kurdistanê di asta pilangêrî de Mazlum Abdî derbas dike. Qenciya herî mezin a ku Mazlum Abdî ji Rojava re bike ewe ku bikare rêveberiya paralel ya bi ser PKK ê ve hilweşîne û wesayeta PKK ê ya ku heyî derbas bike.
Bi giştî linka raportaja Mazlum Abdi ji eve: