Heval ewê te kuştî

Heval ewê te kuştî

Heval, ewê te kuştî Kurdperwer, welatparêz û dewletxwaz bû, heval ewê te kuştî heta duhî di çeperên dijî terorîstên Da’îşê da şeref û kerameta Kurdan diparast. Ewê te kuştî heta duhî di sengerên berxwedanê da li dijî Heşda Şe’bî, Pasdarên Îranê kiyan û statuya şer`î ya Başûrê Kurdistanê diparast, lê mixabin îro, heval, te ji pişt ve xencera xiyanetê li pişta wî Kurdê bi xîret û bi şeref da û te xêzan û zarokên wî yêtîm û sêwî di mal da hêlan.

Heval, ewê te kuştî li mala xwe bû, li ser milk û axa xwe bû, çi guneha wî nebû, bi tenê Kurd û Pêşmerge bû, vaye heval te ew Kurd û Pêşmerge di mala wî da, li ser milk û warê wî de bi xiyanetê kuşt.

Heval, ewê te kuştî, nehatibû Mêrdîn û Diyarbekir yan Wan û Cizîrê, ew ji bo kuştina birayên xwe nehatibû Bakurê Kurdistanê, bizane heval ewê te kuştî nehatibû Bakur xwe bike elternatîvê te, ew li Başurê Kurdistanê bû bi biryar û yasayên Hikûmeta şerî ya Herêma Kurdistanê digeriya û dilivî, lê belê te, heval, bi xencera xiyanetê bi xencera birakujiyê ew yasa û şerîyetê kuştin, binpêkirin û çi rêz û hurmet jê ra negirtin.

Êdî bese heval, heta vêrê û êdî bese, bibe xwedî îradeya xwe, vegere ser xeta neteweyî û bibe Kurdperwer, bibe welatparêz, nebe dar û aletê destê dijmin û dewletên dagîrker da. Bese heval, wexte vegere meydana xebata xwe ya rasteqîne ya li Bakurê Kurdistanê û li wêrê bibe çiqilê nav çavên Cendirmeyên bi postalên xwe axa pîroza bab û kalên te dagîrkirî. Bese heval, êdî bese, vegere, vegere ser rêya rast, war û milk û axa bakur li benda te ye, Cudî û Agirî û Bîngol û Ararat bêriya te kiriye. Vegere heval, gazî û hewar û qîrîna Cizîrê, Wan, Hekarî, Diyarbekir, Batmanê hwd, digihî esmanê heftê û li benda te ne tu vegerî û wan ji wê bindestiyê ji wê zîndanê ji bin wê zulm û zordariyê rizgar bikî, vegere wext hatiye tu vegerî.

Êdî bese heval, çima bi van kiryarên xwe yên qirêj tu dilê dagîrkeran xweş dikî û kezeba Kurdperwer û welatparêzan dişewitînî. Were heval, bi hevre, di gel wî ewê duhî li çeperên berxwedanê bû û îro te ji pişt ve bi xencera xiyanetê kuştî destên xwe bidin hev, bi yekrêzî û hevgirtinê dilê dagîrkeran, kezeba dijmin û neyaran bişewtînîn û welatê xwe rizgar bikin.

Pustên heman beş