Kiliçdaroglu: Yekane partiya ku pirsa kurd çareser bike CHP ye

Kiliçdaroglu: Yekane partiya ku pirsa kurd çareser bike CHP ye

Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu beşdarî civîna nirxandina aboriyê ya partiya xwe bû û li ser pirsa Kurd ragihand: “Navnîşana çareseriyê parlemento ye, dê li wir were çareserkirin. Hemû hûrgilî di rapora me de hene. Vê pirsgirêkê ji xeynî me ti partiyek çareser nake.”

Kemal Kiliçdaroglu piştî civîna pêşniyarên çareseriya aboriyê ku partiya wî CHP li dar xist, bersiv da pirsên rojnamevanan.

Kiliçdaroglu li ser pirsa nûçegihanê Kurdistan24 a “Gelo projeyên we yên taybet ji bo bajarên kurdan hene?” ragihand: “Divê li Tirkiyê pirsa herî bingehîn, di çarçoveya berjewendiyên partiyan de neyê nirxandin. Divê ji bo berjewendiyên hemû alî were nirxandin. Eger pirsa kurd heta niha nehatibe çareserkirin, ev berpirsyariya saziya siyasetê ye.”

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dibêje: “Navnîşana çareseriyê parlemento ye, dê li wir were çareserkirin. Hemû hûrgilî di rapora me de hene. Vê pirsgirêkê ji xeynî me ti partiyek çareser nake. Li aliyê din, bêguman em ê ji bo herêma rojhilatê Anatoliya û başûrê rojhilat, plansaziyeke taybet a aboriyê birêve bibin. Ji bo pêşketin û geşedanê, dê stratejiyeke taybet were birêvebirin, sektora taybet ji bo ku li herêmê veberhênanê bike, dê were teşwîqkirin û heta demeke dirêj bac ji wan neyê standin. Eger sektora taybet neçe, divê dewlet biçe û veberhênanê bike. Weke mînak; Wan bajarekî gelek xweş e, divê bibe navenda cazîbeyê.”

Pustên heman beş