Îraq tenê di birsî kirina gelê Başûr de xurt û lêhatîye

Îraq tenê di birsî kirina gelê Başûr de xurt û lêhatîye

Parilmena Îraqê îro serê sibê yasaya qeriz pejirand û beşa Başûrê Kurdistanê têde nehat zelal kirin û birîna mûçeya fermanberên Başûrê welat bi dengên Erebên Şî’e û Sunne hat erê kirin.

Li şeva derbasbûyî parilmena Îraqê civîya û paş nîqaşên pir dijwar li nêvbera parlimenterên Kurd û Ereb li derbara beşa Başûrê Kurdistanê a mûçeyên fermanberan, yasaya qeriz ji boy peredar kirina eczê di bucey de hat erê kirin, beşa Herêma Başûrê Kurdistanê bi pîlaneke parliminterên Ereb ên Şî’e û Sûne tevlî vê yasayê nehat kirin û yasa bê rezamendîya Kurdan bi dengê piraniyê hat erê kirin.

Xala nakok li nêvbera Hewlêr û Bexdayê di vê yasayê de ev bû, ku aliyên Şî’e û Sunne xwestin bi her rêya hebe, beşe budceya Başûr neyê şandin, lewma peymana nêvbera Hewlêr û Bexdayê ku li sala rabûrî hatîye îmze kirin ku herêma Başûr rojane 250 hezar bermîlên petrolê bi rêya şirketa Somo a Îraqê bişîne dervey welat û li himberî vê, hikûmeta Bexdayê bi qasî 320 milyar dînaran pereyan ji bo Başûr bişîne ku ew pere dibe beşek ji mûçeyê wezîfedarên hikûmeta Kurdistanê.

Lê belê li şeva derbasbûyî aliyên Şî’e û Sunne û li gor pîlankeke jêr bi jêr ev peyman şikand û mercên herî zehmet li ser Başûr li himberî şandna mûçeyê wezîfedarên Kurdistanê di yasayê de bi cî kir, aliyên Ereb xwest li ciyê 250 hezar bermîlên petrolê, Başûrê Kurdistanê 480 hezar bermîlan bi rêya şirketa Somo bişîne derve.

Parlimenterên Kurd hola parlimena Îraqê bi cî hiştin û ev yasa bê rezamendî û îradeya gelê başûr hat erê kirin.

Tê zanîn Bexda ev dema 12 salane anku ji serdema hikûmeta Nûrî Malikî siyaseta birsî kirina gelê Başûr dest pê kirîye û heya roja me ya îro ev siyaset dewam dike, ev jî bi wê watayê tê ku Îraq tenê di siyaseta birsî kirina gelê başûr de xurt û lêhatîye.

Pustên heman beş