Nerîngeha Sûrî ji Rêveberîya Xweser xwest dev ji çekdar kirina zaroyan berde

Nerîngeha Sûrî ji Rêveberîya Xweser xwest dev ji çekdar kirina zaroyan berde

Bi sedema berdewamîya çekdar kirina zaro û ciwanên jêr 18 saliyê, ji Rêveberîya Xweser tê xwestin dev ji revandina zaroyan berde.

Nerîngeha Sûrî a mafên mirovan bangewazîye daye Rêveberîya Xweser a bakur û bakurê rojhilata Sûriyê û her wiha hêzên S ûryaya Demokratîk û têde jê xwestîye, bira êdî dev ji çekdar kirina zaroyan berde û bi hênceta rêxistinên Ciwanên Şoreşger êdî zaroyan nerevîne.

Nerîngeha Sûrî di bangewaziyê de gotîye ku ji ber ku Rêveberîya Xweser û hêzên HSD ê desthilatdarên navçeyên bakurê rojhilata Sûriyê ne, pêwîste ew dev ji revandina zaroyan û çekdar kirina wan di nava rêxistinên Ciwanên Şorşger de berde.

Nerîngeha Sûrî dest nîşa kir ewê bi awayekî berdewam serpêçî û pêşêlkariyên Rêveberîya Xweser di vê derbarê de eşkere bikin.

Her wiha eşkere kir, çekdarên rêxistina Ciwanên Şorşger ên girêday Rêveberîya Xweser li 10 vê mehê ciwanekê 14 sal ji gundewarê Hesekê revandine û ji bo serbazgehên HSD ê hatîye veguhestin û got: ev ciwan bi navê (s . x) ku ji bal çekdarekê hatîye revandin û radestî fermandarê rêxistnên Ciwanên Şorşger kirîye.

Hêzên Sûrya ya Demokratîk ji naverasta îsalê ve, xizmeta serbaz kirina bi zor îlan kirbû, piştre polîsên serbazî bi desteser kirina ciwanan erkdar kir, li rojên destpêkê bi sedan gencên Derbasiyê, Til Temrê û hinek navçeyên din yên rojhilata Feratê hatin desteser kirin.

Li vê dawiyê jî bi sedan ciwan û zaro ji Hesekê, Helebê, Reqqayê û Dêrazûrê hatine desteser kirin, lê belê piranî jê yên Hesekê û derdûra wê ne.

Pustên heman beş