Li salên dawiyê bi dehan pîlanên dewletên dagirker û dûvelankên wê ji bo bê tesîr kirina herêma başûrê kurdistanê û jinavbirina statoya wê hatine meşandin, ev pîlan heya roja me ya îro dewam dikin, teqandina boriya petrola kurdistanê li 28 meha rabûrî, destpêka hewleke nû ya ji vê terzê bû, PKKe ku endama mîhwera miqawema Îranê ye li Başûrê Kurdistanê ev borî teqand, îro jî şî’e mezhebên jêr desthilata Îranê li Bexda, mûçeya wezîfedarên hikûmeta başûr qut kirin, ev hewlên qirêj li vir na sekinin, belku xetera li ser kurdistanê wê dewam bke.
Lihevhatina Şengalê û parêzvanên kemera zêrîn
Paş peymana hewlêr û Bexdayê ya li derbara Şengalê, eve bû sedem ku xeter bikeve ser berjewendiyên Îranê li navçeyê, ew xeter jî raste rast ketbû ser sitratîcîya “Hîlala Şî’î” ku bi kemera zêrin tê nas kirin, lewma bo ji nav birina vê peymanê û parastina berjewendiyên xwe, Îranê ji alîyekî PKK û ji aliyê din heşda Şe’bî li dijî vê peymanê erkdar kirin.
PKKê her zû fermana axayên Tehran bi cî kir, li destpêkê bi çêkirina alozî û xwepêşandanên saxte, piştre handana Êzdîyan li dijî hikûmeta başûr, lê paş ku ev hewl rastî şikestinê hatîn, wê pena ji bo lêdana pêgeha abûrîya Kurdistanê bir û boriya petrolê teqand, PKKê ji bo vê yekê got me borî teqand daku zirar bigehe Tirkiyê, lê ya rast amanc ew bû ku başûrê kurdistanê ji dahata neftê bê par bike daku bi vê yekê xelk û fermanber xwepêşandana li dijî hikûmeta başûr bikin û rewşa Kurdistanê têk biçe û daku hikûmet bi rewşa navxwe ve mijûl bibe û lihevhatina Şengalê neyê bi cî kirin.
Ya rast heger PKKê dixwest abûrî ya Tirkiyê hedef bike, çendîn boriyên din yên petrolê di xaka bakurê Kurdistanê de hebûn ji wan boriya Tirkiyê, wan dikarî bi teqînin û zirarê bigihînin wê dewletê, yan li ciyê bi teqandina bombeya li jêr wesayîtên pêşmergeyan, dikarîn li Stenbolê ku mezintirîn bajarê torîzmê yê Tirkiyê ye bombeyan biteqînin û bi vê çendê abûrî ya Tirkiyê ji vê rewşa xerab ber bi xerabtirbûnê bibe.
Îranê çima pena ji bo mirîdên xwe ên Bexdayê bir?
Paş bê encambûna van hewlên PKK ê, Îranê ji bo dewam kirina pirojeya xwe ya zext xistinê li ser Başûrê Kurdistanê, pena ji bo yariyeke siyasî a qirêj bi rêya aliyên Şî’î li Îraqê bir, ew jî hilweşandina peymana Hewlêr û Bexdayê ya şandina 250 hezar bermîlên petrolê li beranber şandina 320 milyar dînaran ku dibe beşek ji mûçeyê wezîfedarên başûrê kurdistanê, aliyên sunne piştgirî dan aliyên şî’e û li dijî Başûrê Kurdistanê yekgirtin.
Îranê dû armancên sereke ji vê hengavê hene:
Yek: peymana Şengalê neyê bi cî kirin daku zirar bi “kemera zêrîn” wate Hîlala Şî’î nekeve û PKKe li vir bûye parêzvana wê kemerê.
Du: lawaz kirina pêgeha başûrê kurdistanê bi her awayî be.
Baştirîn belge ji bo vê axaftina me, eve ku PKKe û Heşda Şebî endamên “Mîhwera miqawema” Îranê ne, wexta ku peymana Şengalê hatîye îmze kirin, tehranê îlan kir ku xeter ketîye ser mîhwera miqawemê li navçeyê, mebesta Îranê ji vê xeterê, nemana parêzvanên kemera şî’î ((PKKe û Heşda Şebî)) li Şengalê bû, ji ber ku li gor peymana şengalê PKKe û heşda Şebî wê ji wir werin derxistin.
Hikûmetên yek li pey yek yên Îraqê ku her hemû li jêr hejmûna Îranê ne, siyaseta birçî kirina gelê Başûrê Kurdistanê peyrew kirine, wexta ku pena ji bo qut kirina mûçeya wezîfedarên hikûmetê li ser dema Nûrî Malkî birî, piştre her yek ji hikûmetên Heyder ‘Ebadî, ‘Adil ‘Ebdulmehî û Mistefa Kazimî domandî.