Bayram Ayaz
* Rêzê li serweriya başurê Kurdistanê bigrin, terorê nekin!
* Rêzê li ”Rêkeftina Şengalê” bigrin û alîkar bin ev rêkeftin cîbecîh bibe ku bi beşdariya nûnerê UN li Iraqê hatiye îmza kirin.
Destê xwe ji rojavayê Kurdistanê bikişînin bihêlin destkeftiyên wê derê ji ber hêrîşên Turkiyê were parastin û bi alîkariya Hevpeymaniya Navneteweyî ji aliyê leşkerî, emin û asayişê ve bigîhe îstîqrarê û bi piştevaniya hêzên navdewletî yên demokrat li muzakereyên Genfê di asteka destûrî de bigîhe statûyeke rewa û yasayî.
Bihêlin bila Kurd bêhn bikeve ber wan, li ser erda xwe bibin xwedî serwerîyê û xwerêvebiriyeke destûrî.
Bihêlin, bihêlin, bihêlin!
Bi tefaqa bi rejima Ayetullahan jî, bi tefaqa bi Tirkan re jî Kurd nagîhin tû mafekî! Tefaq û peywendiyên bi van herdu rejîman re dawîya wê malkambaxî ye, têkçûn e!
Siyaseta we ya XENDEQ Û BARÎKATAN MALİK Lİ BAKURÊ KURDİSTANÊ ŞEWİTAND !
Siyaseta we ya takealî (tekçî) ku we nehêşt di demê wê de yekhelwestî û yekrêziya hêzên Kurdî pêkbê û hûn jê re bûn asteng, rê li ber Turkiyê xweş kir ku Afrînê, Girê Spî, Serê Kaniyê hat dagîr kirin ji aliyê Turkiyê û grûpên terorîst û cîhadîst ve. Li van deran rewş çi ye, çawa ye li ber çavan e!
Nuha jî hûn hewl didin diyaloga ”Kurd û Kurd” li rojavayê Kurdistanê têkbidin! Ji pêsîra rojavayê Kurdistanê bikevin, wan rehet bihêlin, ewê biryara herî rast li ser paşerojê (musteqbelê) xwe bidin.
Ev nêzîkê du mehan e hûn gefan li başurê Kurdistanê dixûn û hêrîşan dikin!
We xêr e?
Hûn dikin li parçeyekî azad ya Kurdistanê tevliheviyê derxin, şerê navxwe derxin, bê îstîqrarî çêbikin?
We xêr e?
Ma hûn nabînin ev karên şaş û çewt parçeyek ji stratejiya rejîma Ayetullahan e û Turkiye jî pê gellekî keyfxweş e ku hûn hêrîşê wê derê bikin û xwîna Kurd bi destê Kurd bê rijandin!
Nekin, nekin, nekin!
Hûnê bibin sedemê kuştina bi sedan Kurdên ku bi bîr û baweri û armanca doza Kurd û Kurdistanê derketine serê çiyê û hatine ber we. Ew nehatine wê derê şerê pêşmerge bikin, biçin berpirsiyarê asayişa deriyê gumrika Kurdistanê bikujin, boriya petrola Kurdistanê biteqînin! Ew dixwazin ji bo doza azadiya gelê Kurd û rizgariya Kurdistanê şer bikin, canê xwe bibexşînin!
Nekin, nekin, nekin!
Gotina min a dawî:
Bila ew destê ku ketiye û bikeve xwîna Kurd bişkê!
Bila belaya herî mezin werê serê wî/wê berpirsiyarî/ê ku biryara hêrîşên terorî li başurê Kurdistanê bide û aloziyan ji rojavayê Kurdistanê re derxe.
Kurduno, Kurdistanîno!
Nehêlin, xêrnexwaz li welatê me aloziyan derbixin, destkevtiyên me yên dîrokî bixin ber tehlûkê.
Eger wisa bibe, emê di qirna 21mîn de jî bimîn bindest û kole!
Başur û rojavayê Kurdistanê têk biçe, eme li axa xwe bi çiran li azadiyê bigerin!
Nekin, nekin, nekin !
Riya çareseriyê diyaloga Kurd û Kurd e, lihevhatina Kurd û Kurd e, mildana Kurd bi Kurd e!