Operasyoneke mezin li Bakurê Kurdistanê destpêkir

Tirkiyê operasyoneke mezin li Bakurê Kurdistanê destpêkir

Arteşa Tirkiyê îro dest bi operasyoneke mezin li dijî çekdarên PKK ê li Bakurê Kurdistanê kir û ji bo vê bi sedan esker şandine dorbera Bidlîsê.

Li gor agahiyên destê me, îro roja şemî 14/11/2020an, arteşa Tirkiyê operasyona bi navê Yildirim-15 li dorbera parêzgehîya Bidlîsê a Bakurê Kurdistanê li dijî çekdarên PKK ê dest pê kir, 816 esker û hêzên ewlehiyê têde beşdarin.

Arteşa Tirkiyê ragihand ku ev operasyon amadekariyên werzê zivistanê ne ji boy bê tesîr kirina çekdarên PKK ê ye li dorbera bajaran.

Tê zanîn operasyona Yildirim li tîrmeha îsalê ji bal dewleta Tirkiyê ve dest pê kirîye û heya niha li 13 bajaran hatîye encam dayîn, li gorî amarên Tirkiyê di 12 qûnaxên vê operasyonê de bi dehan çekdarên PKK ê hatine kuştin, lê belê PKK e amaje bi ji destdayîna van çekdarên xwe nake.

Pustên heman beş