Topxaneya artêşa Tirkiyê li şeva rbûrî, çend gundên navçeya Şêrawa a ser bi herêma Efrînê ve li Rojavayê Kurdistanê, topbaran kirin.
Li gor çavkaniyên xwecihî, li şeva derbasbûyî topxaneya artêşa Tirkiyê her yek ji gundên Mer’enaz, Malikiyê û Şewarxe li nevçeya Şêrawa ya ser bi herêma Efrînê ve topbaran kirine.
Her sê gundên navbûrî ku li bakurê rojhilatê bajarê Efrînê ne, li jêr destê hêzên Kurdî ne û car bi car dikevin ber êrişên Tirkiyê û komên çekdar ên girêday artêşa Tirkiyê.
Ji dema kontirol kirna Efrînê li 18 adara sala 2018an ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ve, bi dehan haletên binpêkirina mafên mirovan li hember welatiyên resen yên herêmê ku Kurdin, hatine kirin û rêxistinên mafên mirovan yên herêmî û cîhanî li ser wan binpêkirina rapor belav kirine.
Ji sercema gundên Efrînê, nêzî 10 gundên navçeyên Şêrawa û Şerayê di destê hêzên Kurdî de mane û ji aliyê Rêveberîya Xweser tên îdare kirin.