Babe Şêxê Êzidîyan hat dest nîşan kirin

Şêx Elî Şêx Îlyas kî ye?
Di 5ê kanûna 1979an de li Şêxanê ji dayik bûye.
Ji malbateke olperwera Êzidî û di nav civaka Êzidîyan de perwerde bûye.
Zewicîye û bavê 4 zarokane
Bapîrê wî ji sala 1920an heta 1954an, bavê wî jî ji sala 1977an heta sala 1995an, Baba Şêxê Êzidîyan bûn
Ji zaroktîya xwe wî dev ji xwendina fermî berdaye, da ku xizmetên olî bike û ji temeneke zû hînî qewil û beytên olî bûye, şarezaya wî li ser hemû qewil û beytan heye.
Piştî wefata bavê xwe, çûye perestgeha Lalişê û bi awayekî berdewam xizmeta perestgehê kirîye.
Niha bi fermî yek ji qewlbêjên Êzidyane.
Li ser hemû merasîmên Êzidîyan gelek şarezaye.
Ji aliyê netewî ve, her dem banga ciwanên Êzidî kirîye ku rêz li ax û niştmana xwe bigrin.
Piştî komkujîya Êzidîyan, roleke wî ya berçav hebû di xizmetirkirina awareyan de.
Tags: sereke




