Balefirên dewleta Tirkiyê îro xalên çekdarên PKK ê li Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin, êrîş li çiyayê Metînî hatîye kirin.
Li gor çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê, êvara îro roja şemî 14/11/2020an, balefirên ceng yên dewleta Tirkiyê, hereketa çekdarên PKK ê li çiyayê Metînî bombebaran kirine, lê belê zirar nehatine eşekere kirin.
Êrîş li demjimêr 3:05 xulekê êvarê pêkhatîye wexta ku balefiran yêk mûşek li çiyayê Metînî li hindava şikefta bi navê Babekira ya başûrê gundê Bazê girêday navçeya Kanî Masê dane.
Partîya Karkerên Kurdistanê ji bo ku xwe ji êrîşên balefiran biparêze, herekta çekdarên xwe xistîye nava gund û dorbera bajarokan, ev yêk jî bûye sedem ku gelê başûr bi taybet şêniyên gundan zirarê bibîn, ji ber ku navçeyên wan hinekî maye bibin meydan şer.