Navenada Dîaspora Kurd êrîşa PKKê bo ser Pêşmerge şermezar kir

Navenada Dîaspora Kurd êrîşa PKKê bo ser Pêşmerge şermezar kir

Navenda Revenda Kurd di daxuyaniyekê êrîşa PKKê bo ser Pêşmergeyên Kurdistanê şermezar kir û piştevaniya xwe bo statoya Herêma Kurdistanê kir.

Îro roja şemiyê Navenda Revenda Kurd di daxuyaniyekê de piştevaniya xwe ji bo statoya siyasî ya Herêma Kurdistanê, dam û dezgayên destûrî, yasayî û destkevtiyên nîştimanî û neteweyî aşkere kir û bang li PKKê kir  di vê rewşa hestiyar ya Başûrê Kurdistanê de keda xelkê berçav bigirin, dest neavêjin kar û barên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rêzê jê re bigirin.

Navenda Revenda Kurd ragihandiye: “‏Mixabin, di vê rewşa hestiyar a aborî, tendirustî û siyasî a bi taybetî li herêmê û Kurdistanê de divê hinek zanyarî û şîrove werin kirin di derbareyê êrîşa li ser Hêza Pêşmergeyên ku stûyê terorîstên DAIŞê têkşikandin. ‏Ew girjî û aloziyên ji aliyê PKKê ve têne kirin ji xeynî têkdana aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê, dijayetiya destkevtiyên nîştimanî û neteweyî yên gelê me, metirsî ye ji bo jiyan û berjewendiyên Herêma Kurdistanê û bandora wê ya li ser civata navneteweyî jî.”

Herwiha Navenda Revenda Kurd li Derve tekez dike,  “‏Em di vê demê de piştgiriya xwe ji bo qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê, dam û dezgayên destûrî, yasayî û destkevtiyên nîştimanî û neteweyî aşkere dikin. Em destdirêjiya li ser berjewendiyên nîştimanî şermezar dikin.”

Navenda Revenda Kurd li Derve bang li PKKê jî dike û dibêje, “‏Em ji serkirdeyên PKKê dixwazin ku di vê rewşa hestiyar ya başûrê Kurdistanê de keda xelkê berçav bigirin. Ji bo rêgiriya bûyerên neyînî, divê dest neavêjin kar û barên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rêzgirtinê jêre bikin, û vegerin meydana xwe ya rastî ku ew jî bakurê Kurdistanê ye.”

Pustên heman beş