84  sal li ser bidarvekirina Seiyd Riza derbas bûn

83  sal li ser bidarvekirina Seiyd Riza derbas bûn

Seyid Riza û kurê xwe yê 14 sal li Xarpitê hatin bidarvekirin

Di rojeke weke îro de anku li 15/11/1937 Seyid  Riza ji aliyê dewleta Tirkiyê ku di wê demê de Mistefa Kemal Ataturk Serokê wê bû tê  bidarvekirin, tawana ku Seyid Riza û hevalrêyên wî pê hatiye tawanbarkirin ev bû ku li dijî Dewletê dest bi şoreşê kirine, anku dewleta Tirkan weke dewleta ‘îraqê ku bi Mela Mistefa Barzanî û pêşmergehan re digot bi suça “mixerib” bûne, dadgeh kirin û ew û 10 kes ji hevalên wî ku kurê wî yê 16 salan jî digel de bû bidarvekirin.

Seyid  Riza Dêrsimî yek ji serkirdeyên herî diyar ên qada Kurdistanê bû ku paş şêx Seîdê Pîran li Bakûra Kurdistanê dest bi şoreşê kir li dijî dewleta Tirkiyê a faşîst, jiberku li wê demê de dewleta Tirkiyê bi hemû awayekê zolm û stem li kurdan dikir û bi tu awayekê dewleta Tirkiyê li wan suzan xwedî nederket yên ku li dema dirist bûna dewleta Tirkiyê bi kurdan day.

Cenosayda Dêrsimê di dîroka nû ya Tirkiyê de, qirrkirneke pilankirî bû ku 50 hezar Kurdên Elewî têde hatin kuştin

Tirkiyê ne bi tenê ew suzên ji kurdan re day bicî nekirin belku bi hemû awayî dest bi qirr kirina kurdan kir, bi taybetî li Dêrsimê ku dixwast pênasa kurd bûnê ji xelkê wê navçeyê bistîne û wan dinav Tirkiyê de asmîle bike, ciyê daxê ye ku ta radeyek zor Tirkiyê karî di vê pîlana xwe de serkeve û paş kuştina 40 hezar kesan û derbeder kirina pêtirî 100 hezar kesan ji gelê dêrsimê wê bawerê li cem hinek kesan dirist bike ku ew ne kurdin belku ji Xorasanê hatîne û li Dêrsîmê akincî bûne.

Seyid Riza û heval rêyên xwe dest bi şoreşê kir û hewl da pênasa kurdan biparêzin, bi vî away pevçûnên herî tond dinavbera şervanên kurd bi serokatiya Seyid  Riza û dewleta Tirkiyê de dirist bûn, dewleta Tirkiyê zor caran xwest bi şer dawiyê bi Seyid  Riza û şervanên wî bîne lê belê nekarîn, jiber vê yekê Dewletê dest bi pîlaneke herî qirêj kir û daxwaz ji Seyid  Riza kir ku danustandinan bikin. A rast Seyid  Riza di heyva Ab ya sala 1937an de şereke mezin digel dewleta Tirkiyê de jina xwe digel kurê xwe û sê nevîyên xwe ji dest dide ew bi xwe jî karî bû dûrpêça dewleta Tirkiyê bişkêne û derbas bibe, Seyid  Riza liser wan sozên Dewletê bi wî re dabûn bi danustandina bi Dewletê re razî dibe, ew digel 10 kes ji serokên şoreşê ber bi bajarê Erzîncanê bi rê dikeve lê belê dewleta Tirk mîna her car îxanet kir û Seyid  Riza û hevalên wî desteser kirin.

Seyd Riza razî nabe daxwaza efoyê ji dewleta Tirkiyê bike

Di dema Seyid  Riza di zîndanê de Mistefa Kemal Etaturk bi nihênî diçe cem Seyid  Riza û ji Seyid  Riza re dibêje “ger daxwaza lêxweş bûnê bikî û bibêjî em liser rêyeke şaş dimeşin, emê te serbest berdîn” lê belê Seyid  Riza daxwaza wî qebûl nake û ji Etaturk re dibêje ” tu kareke şaş me encam nedaye, herçend dewleta Osmanî bê bext bû digel kurdan lê belê kurdan alîkariya wan kir di şerê digel Dewletên biyanî de, paş jinavçûna Osmaniyan jî li dema diristbûna dewleta Tirkiyê jî Dewletê ew suzên bi kurdan re  day bicî nekirin û xwast kurdan jinav bibe, me tu kareke xelet nekiriye taku daxwaza lêxweş bûnê bikim, na bi tu awayekê ezê vê daxwazê nekim”.

Seyd Riza ji celadên xwe xwest wî bera kurrê wî bidarvekin , lê dewlet razî nabe û kurrê 14 salî li ber çavên wî bidarvekirin

Dadgeha Tirkiyê sizayê bidarvekirinê liser Seyid  Riza û hevalên wî disepîne. Temenê Seyid  Riza li wê demê de 75 sal bûn lê belê taku bikarn wî bidarve  bikin temenê wî kêm kir û ew weke keseke 57 sal da nasandin, her wiha temenê kurê Seyid  Riza li wê demê 16 sal dibe, lê ewjî bi 21 sal dihê nasandin taku bikarin bidarve  bikin.

Tê gotin ber li bidarvekirina Seyid  Riza jêre dibêjin wesîyeta te a dawî yê çîye ewjî dibêje 40 Lîre û saetek min hene wan bi kurê min bidin, lê belê dema wî ji bo bidarvekirinê dibin, dibîne kurê wî jî li wire, Seyid  Riza daxwaz dike her hîç nebe wî bera kurê wî bidarvebikin taku mirina kurê xwe nebîne lê belê dewlet bi vê yekê razî nabe û kurê 16 salî yê Seyid  Riza ber çavên wî bidarve dikin, paşan Seyid  Riza tê bidarvekirin.

Tê zanîn Cenosayda Dêrsimê di dîroka nû ya ya komara Tirkiyê de, bi qirkirineka pilankirî tê heseb kirin, ew qirkirina ku nêzî 50 hezar Kurdên Elewî têde hatine kuştin, hêjan jî ne gorên Seiyd Riza û heval rê yên wî diyare û nejî tu hengaveke bi kiryar ji bo te’wîza Kurdên Dêrsimê û paşmayên encamderên wê qetil ‘amê nehatine avêtin.

Pustên heman beş