Sipayê Pasdaran ê rejîma Îranê eşkere kir, wan bingehên Partiyên Rojhilata Kurdistanê topbaran kirine, lê belê dest nîşan nekir, kîjan partî ne.
Biryargeha sipayê Pasdaran a Rejîma Îslamî a Îranê, li Ormiyê da xuyakirin ku wan bingeyên Partiyên Rojhilata Kurdistanê li ser sînor topbaran kirine û zirar gihandine wan, bê ku tu agahîyeke din belav bikin.
Partiyên Rojhilata Kurdistanê hîna niha tu agahîyek li ser wan nûçeyan eşkere nekirine û agahî li derbara êrîşa Pasdaran nedane.
Ev di demekê de ye ku hêza parastina sînoran ên sipayê Pasdaran li 13î vê mehê ragihandibû ku wan 3 çekdarên xwe di şerekî de li sînorê parêzgeha Ormiyê li gel dijberên şorişê ji dest dane.