Chris Miller, Cihgirê Wezîrê Parastinê (Pentagon) di yekem peyama xwe ji arteşa Amerîkayê re ragihand ku dema vê yekê hatiye ku Amerîka hêzên xwe di pevçûnên Rojhilata navîn de bikşîne.
Chris Miller, ragihand ku Wîlayetên Yekbûîy Yên Amerîkayê bi rastî jî ji pevçûnan bêzar bûye.
Miller roja duşemî piştî ji kar ladana Mark Esper, Wezîrê Parastinê ê berê ji bal Donald Trump, serokê Wîlayetên Yekbûîy weke Cihgirê wezîrê parastinê li Pentagonê hat erkdarkirin.
Miller ragihand: “di rastî de ev pevçûne pirr dirêj bûne û fedakariyên leşkerên me jî pirr zêde bûn. Pirr kes ji şer bêzar bûne, ez bi xwe jî yek ji wan kesanim, lê belê di vê qonaxa girîng de emê hewl bidîn rola xwe ji rêberiyê ji bo rola piştevaniyê biguherîn.”
Navbûrî berdewam kir: “em ne gelên di şerekî domdar de ne. Hemû şer divê biqedin. Wîlayetên yekbûîy li ber têkbirina Al-Qa’îde û hevalbendên wê ne. Em bi vê zehmetiyê rû bi rû man û her tişt me peyda kir. Niha dema vegerîne malê ye”.