Dawî daxuyanîya Mwelim li derbara serokên Ereban û HSD ê

walid muallem

Wezîrê derve û koçberan û cîgirê serokwezîrê Sûriyê Welîd Mwelim koça dawiyê kir, vî syasetmedarê mezinê Sûriyê dawî car serokên Ereban bi dardest bi nav kirbûn.

Televizyona fermî ya Sûriyê belav kir, Wezîrê Derve û Koçberan û Cîgirê Serokwezîrê Sûriyê Welîd Mwelim îro danê sibê di temenê 79 saliyê de koça dawiyê kir.

Diyar kir jî, Welîd Mwelim sala 1941an li Şamê ji dayik bûbû û di sala 1963an de li zanîngeha Qahîreyê lîsansa aborî bi dest xistiye.

Mwelim di salên 1990-1999’an de wek Balyozê Sûriyê li Amerîkayê bû. Piştre di destpêka sala 2000’an de bû Alîkarê Wezîrê Derve. Di sala 2005’an de wek Cîgirê Wezîrê Derve dest bi kar kir û ji sala 2006’an û vir ve wek Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve û Koçberan bû.

Welîd Mwelim ku bi piştgirekî sersext yê Rejîma Sûriyê dihat nas kirin, helwestên wî li derbara Rojava Kurdistanê û Rêveberîya Xweser di hemû qadên dinyayê de pirr zelal bû, weke wezîrê derve yê Sûriyê wî tu carekê dan bi navçeyên Kurdî nekirbû, Hêzên Suraya Demokratîk jî bi komeke deryasayê û cudaxwaz nav dikir.

Wezîrê koç kirî di dawî civîna komeleya giştî ya Neteweyên Yekbûîy de berya dû mehan, karên HSD ê li navçeyên Kurdî û Dêrazûrê şermeraz kir û ew hêz bi mîlîşya nav kirbû, ev yêk bûbû sedem ku Rêveberîya Xweser di beyanekê de bersiva Mwelim bi dijwarî bide.

Mwelim di dawî daxuyanîya xwe de li derbara welatên Erebî û serokên wan gotibû ku Sûrye li peywendiyên rabûrî nanêre, tişta ji boy wan girîng qûnaxa nûye, lê belê piris li vir eve, gelo serokên Ereban biryara wan di destê wan deye?

Pustên heman beş