Li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê kesek ku li nexweşxaneyê li cem hevjîna xwe ya nexweş dima û çavdêriya wê dikir, ji qata pêncan a wê nexweşxaneyê xwe avête xwarê û xwe kuşt.
Li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin, kesê bi navê Mistefa Ataş, piştî ku li gel hevjîna xwe bûye nîqaşa wan, xwe ji qata pêncan a wê nexweşxaneyê avêtiye xwarê û miriye.
Piştî wê bûyerê jî kesûkarên wî kesî, li nava hewşa nexweşxaneyê rabûne hevdû û di navbera wan de alozî derketin.
Di derbarê wê bûyerê de jî lêpirsîn hatiye destpêkirin.