PKK e bi gomane saziyên ewlehiya Silêmaniyê ev Qadroyê wan radestî Tirkiyê kiribe

PKK e bi gomane saziyên ewlehiya Silêmaniyê ev Qadroyê wan radestî Tirkiyê kiribe

Qadroyekî PKK ê ku endamê yekîneyên ciwanên şoreşger bû di xaniyekê taybet bi Mîtê ve li Silêmaniyê hat desteserkirin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê ragihand, saziya îstixbarata Tirkiyê “Mît” ê li roja 22/10/2020an, qadroyekî PKK ê bi navê Ferhad Yusuf Tekîner bi kod navê “Furat Botan” endamê yekîneyên Ciwanên Şoreşger di xaniyekî taybet bi Mîtê ve li taxa “Karîze Wişk” li bajarê Silêmaniyê desteser kir û ji bo Tirkiyê hat veguhastin.

Li gor zanyariyên di dest pêgeha me de, Ferhad Yusuf Tekîner, berpirs bûye ji danîna bombeya û teqandina 2 Otobusên leşkirên Tirkiyê li sala 2016an de li bajarê Qeyser ê Tirkiyê ku bo sedema kuştina 15 leşkeran û birîndarbûna 54 leşkerên din. Piştî encamdana karê teqînê Ferhad bazdaye û derbasî Başûrê Kurdistanê bûye.

Ferhad li Başûrê Kurdistanê li Mexmûrê, Hewlêr, Kerkûk û Silêmaniyê jîyaye.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî her weha eşkere kir îstixbarata Tirkiyê bi rêya desteserkirina endamekî Yekîneyên Ciwanên Şoreşger bi navê “Erhan Garzan” li bajarê Amed ê ku dibe hevalekî nêzî Ferhad zanyarî li ser wî dest xwe xistîne, her weha bavê Ferhad çend caran li dadgehê amaje bi vê yekê kiriye ku kurê wî li Silêmaniyê jiyan dike.

Ev yek di demekî de ye ku heya niha PKK e pişt rast nebûye ku gelo saziyên Ewlehiyê yên bajarê Silêmaniyê dest di gel mîta Tirkiyê de hebûne ji bo desteserkirina Ferhad, yan jî Mîtê Ferhad bi rêya Erhan Garzan û bavê wî razî kiriye xwe di çarçûvê “xebatên îqnakirinê ” teslîmî Tirkiyê bike daku sizaya wî were sivik kirin.

Pustên heman beş