Jêderên medyayî yên Amerîkî dibêjin ku dibe ku serokê Amerîkî Donald Trump di dawîya meha serokatiya xwe de navendên nuklerî yên Îranê bombebaran bike da ku bernameya nuklerî ya Îranê biqedîne.
Li gorî raporên medyaya Amerîkî, Donald Trump roja pêncişemî, 12ê çirîya paşîn, 2020, di civîneke veşartî de bi şêwirmendên Qesra Sipî re, bang kir ku di hefteyên bê de vebjarkên muhtemelên çalakiyê li dijî navendên navokî yên Îranê werin diyarkirin.
Li gorî NEW York Times, çar karbidestên niha û yên berê yên Amerîkî roja duşemê got ku civîn rojekî piştî ku mufetîşên navneteweyî zêdebûna stoka nuklerî ya Îranê ragihandî hat.
Gelek şêwirmendên Qesra Sipî yên navdar, di nav de alîkarê serok Mayk Pens, Mayk Pompeo wezîrê karên derve yên Amerîkayê û Kristofer Miller wezîrê bergirî ya Amerîkayê, xwestin serokwezîr ji destpêkirina êrîşa leşkerî ya dijî sazgehên nuklerî yên Îranê dûr bixin.
General Mark Mille serokê sererkanî ya hevbeş, hişyarî da ku êrîşek leşkerî ya ser navendên nuklerî yên Îranê di hefteyên dawîna serokatiya trump da dibe bibe sedema derketina şer.
Ajansa Enerjîya Atom ê ya navneteweyî roja çarşemê got ku rezervên ûranîyuma Îranê 12 qat zêdetire ji mîqdara destûrdayî ya rêkeftina navokî ya ku Trump di 2018 de ferman derketin ji wê rêkeftinê der kirî.
Ji aliyek din ve, li gorî karbidestên agahdar yên Amerîkî, piştî ku wezîrê derveyê Amerîkî Mayk Pompeo û general Miller metirsiyên gengazên tengezarîya leşkerî hesibandin, karbidestên din yên Amerîkî bi baweriya ku bijardeya êrîşek muşekî li ser Îranê êdî ne mûmikine civîn terikandin.
Li gorî karbidestên Amerîkî, Donald Trump li rê û dirbên lêdana Îranê û hevalbendên wê digere, di nav wan de milîsên girêdayî rejîma Îranê li Îraqê.