PKK ê kurr xapand û dilê dayikê şewitand

Rêxistna PKK ê kurr xapand û dilê daykê şewitand

Partîya Karkerên Kurdistanê ji bo çêkirina şervanan, ji destpêka damezrandina xwe pişt bestinê li ser revandin û xapandina keç, zarok û ciwanên kurd ji her çar perçeyên kurdistanê dike û dilê hezaran dayikên kurdan şewitandine, Selîma yek ji wan dayikên kurde ku ji Bakurê Kurdistanê derbasî Şengalê bûye ji bo ku agahîyekê ji kurrê xwe Mihemed bizane ku li sala 2016an PKK ê bi rêya xapandinê ew îqna’ kiribû tevlî rêxistnê bibe.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê serpêhatiya rast ya vê dayika kurd şandiye, kanê bi tu awa wê mala xwe li Bakur bicî hiştîye û ketîye di bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê de tenê ji bo ku bi dîtina kurrê xwe şad bibe, yan her hîç nebe, agahîyekê ji çarenivîsa wî bizane, lê belê PKK ê dilê wê dayikê şewitand û nehişt ew tu agahîyan ji çarenvîsa kurrê xwe bizane.

Mihemed ‘Adil Reza, ciwanekê Bakurê Kurdistanê ye, ew li sala 2016an ji bal PKK ê ve tê xapandin ku tevlî refên gerîlayan bibe, paş derbasbûna demekê kêm Mihemed pûşman dibe û hewl dide rêzên rêxistina PKK ê bi cî bihêle, lê belê PKK e rê nade ew vê hengavê bihavêje.

Mihemed ‘Adil li meha 10 ya îsal 2020an, pêwendî bi dayka xwe re kirbû, navê dayka wî Selîma Ehmed ‘Ebdulla ye, wî ji dayika xwe re gotibû ku ew li Başûrê Kurdistanê ye û dixwaze ji PKK ê veqete, lê belê PKK ê nehişt û weke ceza lingê wî şikand û ew xiste di zîndanê de li navçeya Şengalê.

Mihemed ji dayika xwe re gotbû ew li gundê Barê yê girêdayî Şengalê zîndan kirîye, dayika dil şewitî her di zû de mala xwe li Bakur hişt û ber bi başûrê welat kete rê, ji bo ku agahîyekî ji kurrê xwe yê belengaz bizane.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî dest nîşan kir ku Selîma ya dayka Mihemed li dawîya meha rabûrî bi rêya deriyê sînor yê Îbrahîm Xelîl derbasî başûrê welat bûye, ew ji bo dema 4 rojan li bajarê Zaxo ma, piştre çûye Duhokê, Hewlêrê û piştre Mûsilê û ji wir karî derbasî sînorê Şengalê bibe, lê belê ev hewlên wê ji bo dîtina kurrê wê bê encam man û PKK ê nehişt ew bi dîtina Mihemed şad bibe, yan her hîç nebe agahîyekê jê bizane.

Partîya Karkerên Kurdistanê bi hezaran cînayetên hemawa encam dane, bi hezaran keç û ciwan li jêr navê serxwebûna Kurdistanê xapandine, bi hezara zaro ji hembêza dayikên kurd revandine, ya rast keç û ciwanên kurd ji bo ‘eşqa Kurdistanê tevlî PKK ê dibin, lê paş tevlîbûna wan ji nû fêm dikin kanê ev rêxistin çend ji kurdayetîyê û neteweya kurd û bizava wê ya rizgarîxwazî dûre, ji nû fêm dikin ku ev rêxistin bûye astenga herî mezin di rêya serixwebûna kurdistanê de û bi çi awa ketîye di xizmeta pîlanên dagîrkarên Kurdistanê de.

Pustên heman beş