Balefrên dewleta Tirkiyê îro baregehên çekdarên PKKê li Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin, êrîş li çiyayê Gare hatîye pêkanîn.
Li gor çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê, êvara îro roja çarşemî 18/11/2020an, balefirên ceng yên dewleta Tirkiyê, bingehên çekdarên PKKê li çiyayê Gare bombebaran kirine, lê belê zirar nehatîne eşkere kirin.
Êrîş li saet 4:30 êvarê pêkhatîye wexta ku balefiran 2 mûşek li bingehên PKKê li Rojavayê aqarê gundê Bêbadê yê ser bi navçeya Çemankê li çiyayê Gare day.
Herçend ku êrîşên bejayî yên dewleta Tirkiyê ji bo ser bingehên PKKê di nava axa Herêma Kurdistanê de hatîne sekinandin, lê belê heya niha êrîşên asîmanî bi rêya balefirên Diron û F16 tên encam dan û bi vê sedemê zirarek herî mezin bi Başûrê Kurdistanê gihiştîye.
Ji bo xwe parastinê ji van êrîşên asîmanî, PKKê ferman daye çekdarên xwe ku xwe nêzî gund û bajarokan bikin, daku balefir nekarin wan hedef bikin, lê belê ev yek bûye sedem ku gund û bajarokên Başûrê Kurdistanê jî bihên armanc kirin û zirarek herî mezin bi şêniyên başûr bikeve, loma bi berdewamî gelê navçeyê daxwazê ji PKKê dikin li sînorên wan derkevin, lê belê PKKe qet guh nade daxwaza wan û berevajî wan bi Xorocî û dûvelankên Erdogan bi nav dike.