Cenazeyê parêzgarê koçkirî yê Hewlêrê gihîşt Başûrê welat
Cenazeyê Dr. Ferset Sofî parêzgarê koçkirî yê paytexta Başûrê Kurdistanê îro ji Enqereyê ji bo Hewlêrê hat birêkrin, û berya demekî gihîşt balefirxaneya Hewlêrê ji bo ku li wir bi axê bê sipartin.
Îro roja pêncşemî 19/11/2020an, cenazeyê parêzgarê koçkirî yê Hewlêrê, ji Enqere a paytexta Tirkiyê ve bo Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê hat birêkirin, berya demekî gihîşt balafirxaneya navdewletîya Hewlêrê ku li wir bi merasîmeke fermî pêşwazî li termê Ferset Sofî tê kirin û piştre dê li goristana Şêx Ehmed a bajarê Hewlêrê bi axê bê sipartin.
Li balafirxaneya navdewletya Hewlêrê bi merasîmeke fermî pêşwazî li termê Dr. Ferset Sofî tê kirin, di merasîmê de Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, Seroka Parlimena Kurdistanê, Dr. Rêwaz Fayeq, Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Qubad Talebanî û hejmarek berpirsên din yên hikûmetê û partiyên siyasî amade bûne.
Paş merasîmê, termê parêzgarê Hewlêrê ê koçkirî dê li goristana Şêx Ehmed li bajarê Hewlêrê bi axê bê sipartin.
Hêjayî gotinê ye, Dr. Ferset Sofî paş ku li roja 20 meha rabûrî bi vîrosa Koronayê (covid-19) ketî, duh roja çarşemî 18/11/2020an, koça dawiyê kir.
Ferset Sofî namzetê Partya Demokrata Kurdistanê bû di 12ê îlona 2019an da weke parêzgarê Hewlêrê hatibû hilbijartin.
Gelê Başûrê Kurdistanê, roşenbîr, nivîskar rêxistin û kesatiyên siyasî xemgînîya xwe bi wefata Ferset Sofî diyar kirine, di sosyal medyayê jî de ji destdayîna wî bi xesareteke mezin hatîye hesab kirin.
Hemwext serokatiyên Herêma Başûr beyanameyên sersaxyê parve kirin û têde xemgînî bi ji dest dayîna parêzgarê Paytextê nîşan dane.