Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Mass diyar dike ku ji ber reftarên Tirkiyê yên li rojhilatê Deryaya Spî, serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê di lûtkeya meha bê de, li dijî Tirkiyê sepandina cezayan dê gotûbêj bikin.
Berî destpêkirina civîna wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê ya bi rêya vîdeo-konferansê, Wezîrê Derve yê Almanyayê destnîşan kir: “Hewldanên çareserkirina aloziya navbera Tirkiye û Yewnanistanê li Qibrisê, heta niha ti encamên baş nedaye.”
Li ser pirsa “Gelo bi ser Tirkiyê de ceza dê werin sepandin?” Heiko Mass diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê ev mijar berî niha behs kiriye.
Ji ber hewldanên Tirkiyê yên lêgerîna petrol û gazê li deverên nêzîkî ava Yewnanistanê, alozî di navbera her du welatan de derketiye.
Enqere li ser berdewambûna lêgerîna çavkaniyên nû yên enerjiyê li Deryaya Spî rijd e û vê pêngavê, Yewnanistan û Misir û welatên Yekîtiya Ewropayê nîgeran kiriye.