Hûn çîroka Hikmet Fîdan dizanin?

Hikmet Fîdan kesekî ku 1978 pêve xizmeta PKK dikir. Ev li sala 1980an de hat binçavkirin ji ber ku alîkarî PKK kiribû, pirasuyên wî hatin şikandin, îşkenceyek mezin bi destê dewleta Tirk dît. Ew li salên destpêka 2000 serokê giştî yê HADEP bû. Sala 2005 li Amedê hat kuştin. bikujî li nav bajarê Amedê yek gulle li patika wî da û ew kuşt. Kê Hikmet Fîdan kuşt? PKK ê, ji ber çi? Ji ber ku wî hinek rexne li Abdullah Ocalan girtibûn.

Hikmet Fîdan ji helwesta Abdullah Ocalan ya beramberî dewleta Tirk razî nebû. PKK ew hişyar kir lê belê dîtin ku Hikmet Fîdan li rexne girtinê ji Ocalan berdewame ji ber vê yekê ew kuşt. Biryara kuştina Hikmet Fîdan ji aliyê Murat Karayilan ve hatibû dayin. Murat Karayilan biryara kuştina Hikmet Fîdan ji Qendîlê taybet rê kiribû Amedê. Hikmet Fîdan piştî 33 sala xizmet bi PKK re kirî, bi destê PKK hat kuştin.  Vê demê partîya Tirkiyê ya PKK navê wê DEHAP bû.

Xwe bêdeng kir dema xelkê gelek ne razî bûn nîşan day piştî 7 roja PKK rabû daxuyanî da û got “em gelek xemgîn bûn ku Hikmet Fîdan hatîye kuştin”.

Mesela Hikmet Fîdan wefa, exlaq û wijdana PKK nîşan dide. PKK kesekî wek Hikmat Fîdan ku 33 sal hevalbendê wê bû jiber rexneyekî kuşt û çi rexne hatin xwe bêdeng kir.  Ana PKK ji boy rêveberê Asayîşa Serzerê Xazî Salih Alîxan jî dibêje me ne kuşt. Bes dîroka PKK nîşan dide ku PKK çend bê wijdan û bê wefa û bê sînore.

Kesên ku bi rastî bawerî bi azadiya fikrî û demokrasî yê hebe dibe rastîya PKK ku takefîkrî û yekdestî dimeşîne bibîne.

Pustên heman beş