Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Îraqê vekişîna hêzên Amerîkayê piştrast kir û ragihand ku ev li gor peymana navbera Bexda û Washingtonê ye.
Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Îraqê Tehsîn Xefacî ragihand, vekişîna hêzên Amerîkayê dest pê kir û di qonaxa yekem de 500 serbazên Amerîkayê ji Îraqê derdikevin, ev jî li gor peymana navbera Bexda û Washingtonê bi rê ve diçe.
Tehsîn Xefacî diyar kir ku li gor bernameya ji aliyê Bexda û Washingtonê hatiye danîn, vekişîna hêzên Amerîkayê dê di demeke kin de pêk were.
Berî niha Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê di 17ê Mijdara 2020an de ragihandibû, berî temambûna dema serokatiya Donald Trump, Amerîka dê 2000 serbaz ji Efxanistanê û 500 serbaz ji Iraqê vekişîne.
Pirsa derketina hêzên Amerîkayê ji Îraqê, hêzên Şî’e mezheb ên Îraqê ku li jêr bandora Îranê ne daxwaz kirbû û bi awayekî yasa li Parlimena Îraqê erê kirbû, Amerîkayê piştre ragihand ku beşek ji wan hêzan wê li Başûrê Kurdistanê weren bi cî kirin, lê belê eşkere nekribû kanê ji bo çi demekê wê li Başûr bimînin.
Hêzên Amerîkayê li gor wê rîforma ku di wezareta Pêşmerge a Hikûmeta Başûr da tê kirin, li heftîya rabûrî çek û pêwîstiyên locistîk dane hêzên Pêşmerge.