Li parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê bi hinceta parastina tendirûstiya giştî ji vîrûsa Coronayê hemû çalakiyên wek xwepêşandan, meş, daxuyaniyên çapemeniyê, kombûn, danîna çadir standan bo dema 15 rojan hatin qedexekirin.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Meletiyê, biryara qedexeyê li ser raspardeya Wezîrê Tendirûstî yê Tirkiyê hatiye dayîn ji ber zêdebûna bilez a hejmara kesên bi vîrûsa Coronayê dikevin.
Li gor daxuyaniyê, li parêzgehê bo dema 15 rojan hemû çalakiyên wek xwepêşandan, meş, daxuyaniyên çapemeniyê, kombûn, vedana çadir û standan hatine qedexekirin. Di daxuyaniyê de tê gotin ku armanca qedexeyê parastina tendirûstiya giştî ji vîrûsa Coronayê.
Qedexeya çalakiyan îro Şemiyê 21ê Mijdara 2020ê destpê kir û heta 4ê Kanûna 2020ê berdewam dibe.