Şandeke siyasetmedar û kesayetiyên bakurê Kurdistanê serdana Perlemana Kurdistanê kir

Şandeke siyasetmedar û kesayetiyên bakurê Kurdistanê serdana Perlemana Kurdistanê kir

Piştî ku îro roja yekşemî hejmarek ji kesatî û nivîskar û siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê bi nûneratiya 500 kesatyetî û nivîskar û siyasetmedarên bakur serlêdana Parlamentoya Başûrê Kurdistanê kirî, kongireyek çapemeniyê saz kir.

Îbrahîm Guçlu di derbara çawaniya damezrandina PKK ê ragihand, PKK e xetereyeke pirr cidî ye li ser bizava her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybetî jî Başûrê Kurdistanê, jiberku çêkirî ya destê dewletên dagîrkarên Kurdistanê ye ji bo jinavbirina xebata azadîxwazane ya gelê kurd.

Guçlu her weha amaje bi vê yekê dike, ji bo îsbat kirina vê rastiyê em dikarin bas li destpêka damezrandina PKK ê bikîn, dema ku dijatiya Başûrê Kurdistanê kirî û hewl dayî asayîşa herêma başûr têk bide.

Şanda siyasetmedar, nivîskar û kesayetiyên Bakurê Kurdistanê li pêş perlemana Kurdistanê daxwaz ji PKK ê kirin ku statoya destûrî ya Herêma kurdistanê qebûl bikin û wek salên 90an nekin.

Herwiha daxwaz ji aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kirin, derbarê êrîşên PKK ê de bêdeng nemînin û rê ne din ev perçeya azada Kurdistanê bê armanckirin.

Di dawiya daxuyaniya xwe de serokê şanda siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê ragihand, her buhistek ji axa Başûr ku niha di destê PKK ê de ye, dagirkariyek eşkere û şer firotine bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Pustên heman beş