Qaymeqamê Amêdiyê Îsma’îl mistefa got ku ji ber hebûna çekdarên rêxistina PKKê li herêmê 198 gundên navçeya Amêdiyê hatine vala kirin.
Qaymeqamê Amêdîyê, Îsma’îl Mistefa, ji bo pêgeha Bas News ê axvî û diyar kir ku ji 348 gundên dikevin devera Amêdiyê 198 gund bi sedema hebûna çekdarên rêxistna PKKê hatine vala kirin, û gundî neçar mane koçî navçe û navenda bajêr bikin.
Îsma’îl mistefa destnîşan kir ku ji ber helwesta hêzên çekdarên PKKê li nêzî wargehan, zeviyên çandinî û baxçeyên gel zirar dîtine.
Îsmaîl Mistefa gotinên xwe wiha domand: “sedema van bombebaran û koçber bûn û zirarên gel hebûna PKKê ye. Ew pir nêzî gundanin û li hinek deverên din ketine nava gundan de. Ev rewş ji bo sivîlên li herêmê dijîn xeteryek mezin çêdike. “
Diyar kir ku gundî ji tirsa bombebaranê û PKKê nikarin biçin gundên xwe, Îsma’îl Mistefa got, “li hin gundan tenê yek-du xanî mane. Gundên din hemî vala ne ”.
Qaymeqamî Amêdiyê destnîşan kir ku gundên li herêmên Berwarî Bala, Bamernê, Wermêlê û Babîrê ji ber pevçûnên di navbera artêşa Tirk û PKKê de bi mehan berî niha vala bûne.