Li Rojava 10 leşkerên zarok bo malbatên wan hatin vegerandin

Li Rojava 10 leşkerên zarok bo malbatên wan hatin vegerandin

Nivîsgeha Parastina Zarokan ragihand ku piştî giliyên welatiyan ên derbarê biçekkirina zarokên wan, heta niha 10 zarok ji bo malên wan hatine vegerandin.

Hevserokên Nivîsgeha Parastina Zarokan li Qamişlo Mîdya Nesredîn û Husên El Elî îro Duşemê li bajarê Qamişlo li ser mijarê civîneke rojnamevanî li dar xist.

Hevseroka Nivîsgeha Parastina Zarokan li Qamişlo Mîdya Nesredîn ragihand, ji dema vekirina nivîsgeha wan heta niha nêzîkî 50 gilîname ji aliyê welatiyan ve li ser biçekkirina zarokan gihîştine nivîsgeha wan ku 16 gilîname ji welatiyên bajarê Qamişlo ne.

Mîdya Nesredîn diyar kir, ji wê hejmara gilîyan, heta niha 10 zarokên hatibûn biçekkirin, ji bo malên wan hatine vegerandin, ji wan jî 4 zarok li Qamişlo ne.

19 Tîrmeha 2019an, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi Netewên Yekbûyî re protokola bidawîkirina tevlîkirina zarokên di bin temenê 18 saliyê de bo leşkeriyê îmze kiribû.

Li gor yasayên navdewletî çekdar kirina zarokan bi tawan tê hesab kirin, lê belê PKK e û rêxistinên ser bi wê ve bi ti awa pabendî wê yasayê nîne û berdewam zarokan ji malbatên wan di revînin û wan çekdar dikin, vê yekê jî berdewam bertekên navxwe û navdewletî li dûv xwe anîne.

Pustên heman beş