Wezîrê karên derve yê Amerîkayê hat destnîşankirin

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê hat destnîşankirin

Joe Biden kesek nû ji bo Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê destnîşan kir. Medya Amerîkî ragihand ku serokê hilbjartîyê Amerîkayê Joe Biden, roja Sêşemê beşek ji kabîneya xweya rêveberiya nû ya Amerîkayê eşkere dike.

Medya Amerîka ragihand: “Biden, wê Antony Blinken di rêveberiya xwe de weke wezîrê karên derve destnîşan bike”.

Li gorî zanyariyên medya Amerîkî wê Joe Biden Jake Sullivan jî bike şêwirmendê Ewlehiya Netewî yê Serokê Amerîkayê.

Tê çaverêkirin serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden 20ê çileya 2021an sond bixwe erka seroktiyê bigre ser xwe.

Li gorî ragihandina medya Amerîkî Biden di rêveberiya xwe de, gelek kesayetiyên xwedî ezmûn kirine namzet ku biryare roja sêşemê beşek ji wan ji raya giştî re eşkere bike.

Pêş niha di dema serokatiya Barak Obama de Antony Blinken hin caran bi rayedarên Herêma Başûrê Kurdistanê re civîya ye, sala rabûrî jî derbara êrîşa Tirkiyê li ser Rojava Kurdistanê rêveberiya Amerîkayê rexne kir û ragihand: Trump bi vekşandina hêzên Amerîkayê li Sûriyê bawermendîya gelê navçeyê bi Amerîkayê şikand, kurd jî ku hevpeymanên Amerîkayê ne di şerê dijî terorîstên DAIŞ ê de di rewşeke aloz de bi tenê man.

Pustên heman beş