Berpirsekê PKK ê li Başûrê Kurdistanê hat kuştin

Berpirsekê Partîya Karkerên Kurdistanê, di êrîşeka dewleta Tirkiyê da li gel hejmareke din ya çekdarên PKK ê, li Başûrê Kurdistanê hatin kuştin.

Di êrîşeke dewleta Tirkiyê de ku li Başûr welat pêkhatîye, berpirsê PKK ê yê bi navê “Hizret Çalkin” bi kod navê “Dilxaz” li gel hejmareke din ya çekdarên PKK ê, hatin kuştin.

“Hizret Çalkin” karê veguhastina çekdarên PKK ê li nêvbera Başûr û Rojava Kurdistanê de dikir û ew di lîsta gewr ya daxwazkiriyên dewletê de lêgerîn ji bo dihat kirin.

Di vê derbarê de, Partîya Karkerên Kurdistanê çi agahî li derbara ji destdana wî berpirsê xwe belav nekirine.

“Hizret Çalkin” li sala 2011an tevlî PKK ê bibû û heta sala 2014an li Bakur çalakî di meşandin, piştre derbasî Rojava Kurdistanê bibû, li sala 2019an jî hatbû Başûrê Kurdistanê û berpirsiyarîya rêxistina veguhastina çekdar û çekan li nêvbera Başûr û Rojava Kurdistanê de dikir.

Pustên heman beş