Hêzên Suray ya Demokratîk di şerekî de ku li sînorê Eyn Îsayê li Rojava Kurdistanê çêbûye, 11 çekdarên girêday arteşa Tirkiyê kuştin.
Nerîngeha Sûrî ya mafên mirovan eşkere kir, li yek ji gundên sînorê bajarê Eyn Îsayê ku li jêr desthilata HSD ê ye, komên çekdarên girêday Tirkiyê li şeva derbasbûyî hewl dan bikevin di wî gundî de, di encamê de şerekê giran li wir çêbû.
Dest nîşan kir, komên çekdaran ketin bîseyeka HSD ê, 11 jê hatine kuştin û hejmareke din birîndar ketin, kuştî û birîndar di nava HSD ê jî de hene, lê belê hejmara wan nehatîye zanîn.
Paş ku şer dijwar bûy, tophavêjên arteşa Tirkiyê dorbera gund ji aliyê bajarê Eyn Îsayê ve topbaran kir û heya serê sibê ya îro şerî dewam kirîye.